HDP'ê li Wanê lez da xebatên hilbijartinê
- 17:22 21 Gulan 2018
- Rojane
WAN - Li Wanê xebatên hilbijartinê bê navber berdewam dikin û eleqeya gel a li hemberî xebatên hilbijartinê jî roj bi roj zêde dibe.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên hilbijarftinê berdewam dike. Lê navçeyên Wanê belavok û broşur hatin belavkirin û buroya hilbijartinê hat vekirin.
Lê Rêya Armûşê buroya hilbijartinê hat vekirin
Li navçeya Rêya Armûşê buroya hilbijartinê hat vekirin di merasîma vekirinê de rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajar, rêxistinên saziyên sivîl, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, KCD û gelek welatî amade bûn. Axaftina vekrinê ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Umtî Dede ve kat krin. Umît bal kişand ser girîngiya yekitiyê.
Piştî axafitnê Endmaên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê qurdeleya buroyê birîn û merasîm bi lîlandin û govendê bi dawî bû.
Herwiha li gelek navçeyên din ên Wanê jî xebatan bê navber berdewam kir. Di çarçoveya van xebatan de malbat hatin ziyaretkirin, serdana esnafan hat kirin û belavok hatin belavkirin.