Goristana aîdê şervanên HPG û YJA Starê hat dîtin

  • 17:08 21 Gulan 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Hat îdakirin ku li herêma Colemêrgê li serê girekî goristaneke ku aîdê şervanên HDPG û YJA Starê ye hatiye dîtin.
 
Hat îdakirin ku li herêma Colemêrgê li serê girekî goristaneke ku aîdê şervanên HDPG û YJA Starê ye hatiye dîtin.  Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê  ve hat dayîn de hat gotin ku li gundê Talê yê girêdayî navneda Colemêrgê li serê girekî goristaneke ku ji 12 goran pêk tê hatiye dîtin. Herwiha hat ragihandin ku di şûşeyên cam û li ser kêlikên goran jî aîdê 12 kesê nasnav jî hatine nivîsnadin.
 
Nasnavên ku li ser kêlikên goran hatine nivîsandin wiha ne: Kemal Gulbahar, Nuda Munzur, Zîlan, Viyan, Besîle, Nueda, Tekîn, Balkale û Hakî ye.