Weqfa Piştevaniya bi Jinan re 25 salî ye
- 16:02 21 Gulan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Piştevaniya bi Jinan re ku ji bo li dijî şîdeta li ser jinê hevkariya jinan pêk bîne derket rê 25 salî ye.
Jinên feminîst ku di sla 1080'yan bi civînan hatin gel hev 1991'ê de Weqfa Piştevaniya bi Jinan re ava kirin. Weqfa ku hat damezrandin di 25'emîn damezrandina xwe de jî xebatên xwe berdewam dike. Weqfa ku bi awayê fermî di 1993'yan de vekirina wê hat kirin û li dijî tundiya li ser jinê têkoşînê dide di warê hiqûqî,civakî û Pişsîkolojîk de bi awayê bê pere heta roja îro piştevaniya bi hezaran jinan kiriye.