Li Amedê jinek hat qetilkirin

  • 15:20 21 Gulan 2018
  • Rojane
 
 
AMED - Mêrê bi navê Huseyin O. îstismara zayendî û tundiya sîstematîk li Pelda K. kir  û ew qetil kir. 
 
Mêrê bi navê Huseyin O. jina bi navê Pelda K. û bi zarokatî bi wî re hatibû zewicandin, qetil kir. Cîranên wan wiha bûyer rave kirin:"Piştî ku Huseyin û xizmê wî (birayê wî Şahin O.) ketin hundir dengê derbekê hat. Derî vekirîbû dema em ketin hundir Pelda ketibû xwarê û li erdê bû. Hevserê wê û yekî gomlekê wî spî di hundir de bûn. Min li odeyê çekek reş dît. Lê dema ku berda Pelda dan min nedît. Ez jî çûn cem cîranan û me got 'Hevsera xwe kuştiye'.
 
Huseyin û birayê wî Şahin O. yên ku gotin Pelda xwe întihat kiriye ji ber sûcê 'Kuştina bizaneyî' hatin girtin.