HDP li Xoresanê nikare avahiyê veke
- 10:09 21 Gulan 2018
- Rojane
ERZIROM - Li navçeya Xoresan a Erzeromê şaredarî û midûriyeta wê derê welatiyan tehdît dike, kes cih nade HDP’ê ku ji bo xebatên hilbijartinê bikin.
Li navçeya Xoresan a Erzeromê endam û rêvebirên HDP’ê di sala 2013’an de avahî vekiribûn, lê belê ji ber zext û êrîşên Şaredarî û Midûriyeta Xoresanê avahî di sala 2017’an de hat girtin. Niha jî endam û rêvebirinên HDP’ê bi nêzîkbûna hilbijartina pêşwext a ku dê di 24’ê Hezîranê de pêk bê biryara vekirina avahiyê dan. Lê ji ber ku Şaredarî û Midûriyeta Xoresanê welatiyên wê derê tehdît dike, kes cih nade ji bo HDP'ê ku avahiya xwe vebike. Endamên HDP’ê diyar kirin ku ji ber welatiyên wê derê rastî zextan tên, nikarin avahî vebikin û xebatên hilbijartinê bikin.
Endamên HDP’ê anîn ziman ku li Xoresanê ji ber astengiyan xebatên hilbijartinê nayên kirin.