Li Êlihê gel got 'HDP'

  • 09:13 21 Gulan 2018
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê bi sedan kes beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê bûn. 
 
Rêxistina Bajarê Êlihê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de ji xeynî vekirina buroyên hilbijartinê yên navendî dest bi vekirina buroyên hilbijartinê yên li kuçeyan jî kirin. Yekemîn buroya hilbijartinê ya Kuçeyan, li Kuçeya Cudiyê hat vekirin. Hevseroka Bajêr a Êlihê ya HDP'ê Bêrîvan Helen Işik, Rêvebirên HDP, DBP'ê, Aktivîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, Bernamzetên bajêr ên HDP'ê û bi sedan kes beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Piştî fitarê ji 7 salî heta 70'ê salî bi sedan kes bi coşeke mezin beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê bûn û bi def û zurneyê govend hat gerandin. 
 
'Ev hilbijartin a têkçûyina rejîmê ye'
 
Berî vekirina buroya hilbijartinê ji bo berxwedêrên azadiyê yên ku di doza têkoşîna Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Bêrîvan Helen Işik bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got:"Em ê bi xebat û serkeftinên xwe AKP'ê li Êlihê bike partiya tabelayê. Ev hilbijartina ne tenê ya serokkomarî û parlamenteriyê ye, ev hilbijartin di heman demê de, hilbijartina têkçûyina rejîmê ye."
 
Piştre endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê qurdeleya buroya hilbijartinê jê kirin.
 
Dayika Aştiyê Meyase Akdag axivî û got:"Em li vir bang li dayikên leşker û polîsan jî dikin û em dibêjin ka werin em bi hev re ji bo demokrasiyê têbikoşin. Em vê hilbijartinê bikin hilbijartina aştiyê. Ev ji bo me fersendek e. Êdî bes e bila hêsiran dayikan êdi neyê xwarê."
 
Dê her êvar çalakiya fitarê bê lidarxistin
 
Her wiha wê li Buroya Hilbijartinê ya HDP'ê ya li Kuçeya Bahçelievlerê piştî fitarê çalakî dê bê lidarxistin. Çalakiya do bi strandina Dengbêjan dest pê kir. Do Dengbêj Ehmedê Xî, Hozan Hadî, Dengbêj Mizaferê Celdekî ve Dengbêj Mekiye kilamên xwe gotin û bi sedan kes hatin ji bo guhdarkirina dengbêjan.