Di trafîka Rojava de rengê jinê!
- 09:13 21 Gulan 2018
- Rojane
Devrim Amed-Rûken Cûdî
QAMIŞLO - Dewreya perwerdeya ajotina seyaran bi tevîbûna gelek jinan bi dawî bû.
Perwerdeya ajotina seyareyan ku piraniya şagirtên wan ji jinan pêk dihat bi coş û kêfxweşiyeke mezin bi dawî bû.
Perwredeya ajotina seyareyan li dibistana ajotina seyareyan ya bajarê Kamişloyê ku di 30'ê Nisanö de bi tevlîbûna gelek kesên ku piraniya wan jin bûn hatibû destpêkirin di 19'ê Gulanê de bi dawî bû. Jinên ku tevli perwerdeyê bûn nêrînên xwe parvekirin
'Divê jin jî karibe seyaereyê bajo'
Jina bi navê Şengal Kamişlo ku weke şagirt tevli perwerdeya ajotina seyaran bû spasiya xwe ji mamosteyan re kir û wiha dest bi axavtina xwe kir: "Perwerdeya ajokariyê weke jin ji me re pêwist e. Mamosteyên me jî ji ber ku di pergala rojava de xwe perwerde kirin, rêbazên wan cûda bûn."
'Jin cudakariyê naxwazin'
Diyala Ehmed jî ev tişt got:"Ez weke jin dixwazim ku tu ferq di navbera jin û zilam de nemîne. Ji ber wê ez xwe fêrî ajotina seyaran dikim. Em bê tirs xwe fêr dikin."
'Hebûna jinê ya di trafîkê de destkeftiya şoreşê ye'
Rêvîn îsa ya ku girîngiya ajotina seyareyan ji bo jinan vegot jî ev tişt anî ziman: "Çawa ku ji bo zilam di hemû warê civakê de maf tê dayîn divê ku ev maf ji bo jinê jî bê dayîn. Divê ku jin tevî her qadê jiyanê bibe. Em weke jin di jiyanê de çi fêr bibin, efqasî ji bo me baş e. Jixwe şoreş bê jin nabe. Ev jî weke destkeftiyeke şoreşê ye."
Rabîa mihemed jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman "Ez hatime dibistana ajotina seyaran ku ez karibim bixwe seyarê bajom. Em dixwazin di trafîkê de serbixwe bin û bê ku zilam hebin em seyareya xwe bajon. Mamosteyên me ji bo fêrkirina me pir hewil dan. Ji ber wê Em spasdarên wan in."
'Di pêşerojê de divê jin perwredeyê bidin jinan'
Endama Asayişa Bajarê Kamişloyê Gulîstan Beşîr jî li ser dewreya ajotina seyaran axivî û armanca xwe vegot:"Di destpêkê de jinan xwe nedidan ber karê ajotina seyaran, lê niha êdî ev pirsgirêk nemaye. Hem jinên ji asayişê û hem jî jinên din tevli karê ajotina seyaran dibin. Em bi tevlibûna jinan kêfxweş in. Gelek caran hêjmara jinan ji ya zilaman bêhtire. Em armanc dikin ku ji niha û pêde jin karibin perwerdeyê bide jinê."
Hêjayê gotinê ye ku di her dewreya perwerdeya ajotina seyaran de hêjmara jinan ji ya zilam bêhtir dibe.