Jinên Êzidî: Kesek nikare dest dirêjî nirxê me bike

  • 09:12 21 Gulan 2018
  • Rojane
Nûpelda Têkoşîn/ Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Mala Şûnê ya Êzidiyan a li gundê Efşê yê Nisêbînê ji aliyê qayyimê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatibû hilweşandin. Jinên Êzidî yên Şengalê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin:"Civaka Êzidiyan xwedî dîrok û çandek qedîm û bi nirx e. Kesek nikare dest dirêjî nirxê me bike."
 
Mala Şûnê ya Êzidiyan a li gundê Efşê yê Nisêbînê ji aliyê qayyimê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatibû hilweşandin. Jinên Êzidî yên Şengalê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku ew ê heta dawî xwedî li nirxên xwe û çanda xwe derkevin û gotin:"Her civak bi nirxên xwe yên giranbiha, dîrok, çand, ziman û nasnameya xwe li ser piyan dimînin. Em ê jî xwedî li nirxên xwe yên giranbiha derkevin û nehêlin ku kesek dest dirêjî nirxên me û nasnameya me bikin."
 
Jina bi navê Canê Silman anî ziman ku Êzidî ji dîrokê heta niha her dem bi êrîşên faşîzane rû  bi rû mane û got:"Dewleta tirk DAÎŞ xwedî kir û li Şengalê bera ser serê Êzidiyan da û bû sedema qirkirina Êzidiyan. Niha dîsa dest dirêjî nirxê Êzidiyan dike. Ev nayê qebûlkirin. Ger dewletek ji xwe re bibêje ez demokratîk im, divê li nirxên gelê cuda xwedî derkeve û hilneweşîne. Lê dewleta tirk her dem êrîşî nirxê mirovên xwedî nasname û çanda cuda kiriye. Dewleta tirk a hov tehemulî nasname û çandên cuda nake. Li Efrînê jî êrîşî gelê Kurd kir û dest dirêjî nirxên wan ên pîroz kir dîroka wan hilweşand. Divê cîhan li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemîne."
 
'Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin'
 
Jina bi navê Xatun Malo jî anî ziman ku ji bo ferman û êrîşên li ser Êzidiyan dubare nebin ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin û got:"Em destdirêjiya li dijî nirxên xwe qebûl nakin. Em êrîşa dewleta tirk a li ser mala şûnê ya Êzidiyan bi zimanekî tund şermezar dikin. Divê em wekî Êzidî li dijî van êrîşana rêxistin û têkoşîna xwe mezintir bikin û çonga xwe li ber dijmin danînin."