'Em vîna xwe radestî neyaran nakin'

  • 09:10 21 Gulan 2018
  • Rojane
Orîvan Ebdo- Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Jinên Êzidî derbarê partiya Êzidiyan PADÊ û derbarê encamên hilbijartinên ku li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê di 12'ê Gulanê de hat kirin de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Encama hilbijartinê çi dibe bila bibe em ê rêxistinbûyina xwe bidomînin û em vîna xwe radestî neyaran nakin."
 
Di 12'ê Gulanê de li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê hilbijartin çê bû. Êzidiyên Şengalê jî bi Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) beşdarî hilbijartinê bûn. Jinên Êzidî derbarê hilbijartina ku di 12'ê Gulanê de hat çêkirin gotin:"Em ê bi hêz û vîna xwe ya azad PADÊ mezintir bikin û di rêya demokrasiyê de hêviyên xwe geş bikin."
 
Jina bi navê Sarê Mirad da zanîn ku wan wekî civaka Êzidî gelek zor û zehmetî dîtine û ji bo ev zor û zehmetiyan êdî dubare nebe bi rêxistinbûyinek mezin tev digerin û wiha got:"Em ji bo PADÊ bi ser bikeve gelek xebitîn. Ji bo azadî û demokrasiyê me her dem hêza xwe kir yek û em xebitîn. Dibe ku PADÊ neçibe parlamentoyê lê ew li ber çavên Êzidiya her serkeftî ye. Em êdî wekî fermanên berê nayê xapandin em ê li vîna xwe xwedî derkevin."
 
Her wiha jinên Êzidî diyar kirin ku di hilbijatinan de tevî hemû lîstikan û zextan gel li vîna xwe xwedî derketine û ev jî nîşan dide ku gel êdî serî natewînin û bêtir berxwe didin.