Malbatên girtiyên sîyasî:Divê zordest di girtîgehan de bên girtin
- 09:10 21 Gulan 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN- Li girtîgehan binpêkirina mafên girtîyên siyasî berdewam dike. Di heman demê de malbatên ku dixwazin bi girtiyên xwe re hevdîtinê pêk bînin, bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Malbatên girtiyên siyasî nêrazîbûn nîşanî pergala girtîgehan dan û gotin ku li cihê mazluman divê zordest di girtîgehan de bên darizandin.
Li Tirkiyeyê her roj bi hezaran girtiyên siyasî bi îşîkence, zext û êrîşan re rû bi rû ne. Tirkiye di girtîgehan de bi binpêkirina mafan ji rojevê nakeve. Malbatên girtîyên siyasî bertek nîşanî zext û êrîşên li ser girtiyan dan û gotin ku di bin van şert û mercan de jiyana zarokên wan di talûkeyê de ye.
'Em êdî naxwazin li benda mirina zarokên xwe bin'
Dayika girtiyê siyasî ku bedena xwe dabû ber agir Vesîle Ozmen anî ziman ku lawê wê ji bo ku êrîşên li ser girtiyan protesto bike bedena xwe da ber agir û got ku çima her kes li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng e û wiha axivi;"Gava ku ez diçim hevdîtina kurê xwe ez nikarim pêre bi kurdî biaxivim. Gava ku em diçîn hevdîtinê em bi muameleya ' Hûn terorist in' re rûbirû dimînin. Di hevdîtina de em pir zehmetiyan dikşînîn. Bi seatan me didin sekinandin. Gava ku me digirin jî bi nîv seateke bi lez û bez hevdîtinê bi dawî dikin. Ez lawê xwe têr nabînim. Piştî ku OHAL îlankirin, zextên xwe li ser me zêde kirin. Ev 14 sale lawê min girtiye û ev 8 sal e jî di yek hucreyê de tê girtin. Lawê min ev bêmafî nepejirand. Ji ber ku zilm dikirin, îkence dikirin. Ji bo ku vê bêhiquqiyê protesto bike lawê min bedena xwe da ber agir. Bi birîndarî rizgar bû. Lawê min nehat dermankirin, hîna dema dermankirina wî hebû lê girtin avêtin hûcre yê. Sirgûnî girtîgeha Edîrnê kirîne. Em di çûyina hevdîtînê de pir zehmet dikşînîn. Dewlet ji rewşa gel fam nake. Ger ku kezeba wan jî di girtîgehê de bûna ew ê wê demê fêm bikira. Her şev li lawê xwe difikirim. Ji ber ku bi îşkence dikin. Em naxwazîn êdî di girtîgehan de li benda mirina zarokên xwe bîn."
'Divê li cihê zarokên me zordest bên darizandin'
Her wiha dayika xwedî 3 girtiyan Zînê Dogan jî bi lêv ku her zarokê wê di girtîgehekê de ye û got ku jiyana wan li ber deriyên girtîhan derbas bû û wiha got:"3 zarokên min niha di girtîgehê de ne. Her yek jî sirgûnî cihekî kirîne. Nevîyên min hene. Ez ji Karliovayê têm Wanê hevdîtina zarokê xwe. Ez gava ku bi zarokên xwe re hevdîtînê pêk tînim, ji rêveberiya girtîgeha pir gilî dikin. Ji ber ku îşkenceyê li wan dikin. Ji ber ku riya me pir dûr e ez nikarim bêm hevdîtina zarokên xwe. Ev salek e min zarokên xwe yên zîndanê de ne dîtine. Dewlet kurdan wekî "Terorîst" di hesibîne. Li ku derê kurd hebin êrîş dikin. Bi her awayî em pir zehmetiyê dikşînîn. Em naxwazîn êdî vê zilmê bibînîn. Bi van kirinan nikarin me ji zarokên me dûr bixin. Em li ku derê bîn em kurd în. Mîna her neteweyekî em jî dixwazîn azad bijîn. Divê li cihê zarokên me ew zordest di wan girtîgehan de bên darizandin."