Li Kerboranê ‘daliqandina alê’ hat ferzkirin

  • 09:06 21 Gulan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN- Li Kerboranê li esnafan hat ferzkirin ku ala Tirk bi kargergehên xwe ve bikin. Esnafan diyar kir ku di bin zorê de al bi wan hatine daliqandin û gotin ewil hatine hişyar kirin piştre jî agahiya ger ku hûn daneleqînin ew ê bên cezakirin dane wan.
 
Hat îdiakirin ku qeyûmê tayînê şaredariya Kerboranê bûye li kargehan daliqandina ala tirk ferz kiriye.  Navçeya ku veguherandine girtîgeha vekirî, piştî qeyûm hat tayînkirin şûnde karker ji şaredariyê hatin avêtin û li şûna wan xizmên cerdevanan girtin kar.
 
Zabite tehdîd dikin
 
Li navçeya ku bi sedan cerdevan û nobedarên ewlehiyê hene, zextên dewletê jî roj bi roj zêde dibin û hat gotin ku niha jî ji bo kargehan daliqandina ala tirk hatiye ferzkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî piştî qeyûm, zabite li navçeyê digerin û ji esnafan re dibêjin ‘hunê al ê daliqînin’.  Yên vê pêk naynin jî ceza li wan tê birîn.
 
Ewil tehdîd piştre ceza
 
Esnafan daxuyakirin ku bi zor alê bi wan didin daliqandin û ev tişt gotin: “Berê ji bo 15’ê Tîrmehê dikirin. Niha dibêjin divê her tim hebe. Yên danaliqînin jî tehdîd dikin. çend quruşên em qezenc dikin jî ji me digirin.”