‘Ji bo nîşan bidim ku jin dikarin bi ser bikevin ji HDP’ê bûm namzet’
- 09:05 21 Gulan 2018
- Rojane
RIHA - Elîf Rojda Talar ku ji HDP’ê ji Rihayê bû bernamzet, destnîşan kir ku li dijî zextan ji bo nîşan bide ku jin dikarin bi ser bikevin ji HDP’ê bûye namzet.
Serlêdanên bernamzediyê yên partiyên siyasî ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi dawî bûn. Ji bo HDP’ê ji Rihayê 55 kes bûn bernamzet û ji van 10 kes jê jin in. Yek ji bernamzedên jin jî Elîf Rojda Talar e.
Rojda ku heta niha li Kursa Kur’anê ders daye, di gelek karî de xebitiye û niha bi muzîkê re mijûl dibe. Tevî zextên derdorê yên wekê ‘jinek çawa dikare derkeve ser dîkê, çawa dikare li dawetan stranan bêje’, ji bo nîşan bide ku jin dikarin bi ser bikevin ji HDP’ê bûye namzet. Rojadayê diyar kir ku jin çi bixwaze dikare bike.
Rojdayê bi lêv kir ku berê qet di siyasetê de cih negirtiye û got şertên herêmê berê mirovan dide siysetê û wiha pêde çû: “Zextên li ser jinan pir zêde ne. Heta ku derê wê serî tewandin hebe. Esnaf rewşa wan ne baş e. Ji bo jinan tu derfet nayê pêşniyarkirin. Heta êvarê li cihekî bixebitî 50 TL tê girtin. Ev wê têrî çi bike.”
‘Malbata min jî piştgirî da min’
Rojdayê bal kişand ser zext û newekheviya li hemberî wê û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber dixebitim, xizmên me zextan li malbata min dikin. Carna saet 2-3’an de ez neçar dimînim bêm malê. Jinek tenê ji bo ku di wê saetê de li derve ye rastî tacîzê tê. Piştî malbatê dît ez li ser piyên xwe disekinim piştgirî dan min. Ji bo li Rihayê jî jin hêza xwe zanibe dixwazim xebatan bimeşînim.”