ROJEVA 21'Ê GULANA 2018'AN

  • 09:00 21 Gulan 2018
  • Rojev
*Perwerdeya ajotina seyareyan ku piraniya şagirtên wan ji jinan pêk dihat bi coş û kêfxweşiyeke mezin bi dawî bû.
 
* Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bulukttekîn  der barê xebatên hilbijartinê û ewlehiya hilbijaritnê de agahdarî kir. Fîlîzê bi lêv kir ku hemû peywirdar û komîsyonên wan amade ne û wiha got: “Em ê tu car desturê nedin dizîya dengan.” BI DÎMEN
 
*Bernamzeta HDP’ê Cemîle Turhalli got: “Jin êdî westiya ne ku karê hinekên din bikin. Dixwazin êdî ji bo xwe hinek tiştan bikin. îradeya xwe danîne holê û têkoşîna vê didin. Ji ber vê jin wek îradeya çareseriyê HDP’ê tercih dikin.
 
*Elîf Rojda Talar ku ji HDP’ê ji Rihayê bû bernamzet, destnîşan kir ku li dijî zextan ji bo nîşan bide ku jin dikarin bi ser bikevin ji HDP’ê bûye namzet. BI DÎMEN
 
*Li Kerboranê li esnafan hat ferzkirin ku ala Tirk bi kargergehên xwe ve bikin.  Esnafan diyar kir ku di bin zorê de al bi wan hatine daliqandin û gotin ewil hatine hişyar kirin piştre jî agahiya ger ku hûn daneleqînin ew ê bên cezakirin dane wan.
 
*Nûnera Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin Gulsum Kav, got jin êdî daxwaz nakin û nabên, namzetên ku Tirkiyeyê bi rêve bibin. Nivîskar femînîst Handan Koç jî got wê jin hilbijartinê wek derfet bi kar bînin. BI DÎMEN
 
*Li girtîgehan  binpêkirina mafên girtîyên siyasî berdewam dike. Di heman demê de malbatên ku dixwazin bi girtiyên xwe re hevdîtinê pêk bînin, bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Malbatên girtiyên siyasî nêrazîbûn nîşanî pergala girtîgehan dan û gotin ku li cihê mazluman divê zordest di girtîgehan de bên darizandin. BI DÎMEN
 
*Mala Şûnê ya Êzidiyan a li gundê Efşê yê Nisêbînê ji aliyê qayyimê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatibû hilweşandin. Jinên Êzidî yên Şengalê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin:"Civaka Êzidiyan xwedî dîrok û çandek qedîm û bi nirx e. Kesek nikare dest dirêjî nirxê me bike." BI DÎMEN
 
*Jinên Êzidî derbarê partiya Êzidiyan PADÊ û derbarê encamên hilbijartinên ku li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê di 12'ê Gulanê de hat kirin de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Encama hilbijartinê çi dibe bila bibe em ê rêxistinbûyina xwe bidomînin û em vîna xwe radestî neyaran nakin." BI DÎMEN