Hevparên TJA'yê li gel mêran buroya hilbijartinê vekirin
- 16:45 20 Gulan 2018
- Rojane
AMED - Jinên hevparên TJA'yê, li Baglarê li gel erbaneyê û govendê buroya hilbijartinê vekirin. Polîsê ku ewl dan êrîşî meşê bikin got, "Di rewşa OHAL'ê de tiştekî em nikaribin bikin tune ye" û jin tehdît kirin.
Jinên hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA), li Baglara Amedê buroya hilbijartinê vekirin. Jinên ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin gel hev li gel erbaneyan heta ber buroya hilbijartinê ya Baglarê meşiyan.
'Polîsna jin tehdît kirin'
Polîsên ku bertek nîşanî dirûşman dan gotin, "Di rewşa OHAL'ê de tiştekî ku em nikaribin bikin tune ye" û jin tehdît kirin. Jinên ku li gel hemû zextan meşa xwe bi dirûşman berdewam kirin ji esnaf û welatiyan jî piştgirî gitin.
Di merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê de dayika aştiyê Rahîme Înce axivî û wiha got: "Ez dibêm ku bila buroyên hilbijarftinê yên HDP'ê bibin wesîleya aştî û azadiyê. HDP aramiya hemû gelan e. Buroya ku em niha wê vedikin bila ji bo hemû gelan bibe hêvî û riya wan ronî bike."
Buroya Jinan a HDP'ê li gel astengiya polîsan bi goend û dirûşmên "Jin jiyana azadî" hat vekirin.