ÎHD'a Stenbolê rêvberiya xwe diyar kir

  • 15:48 20 Gulan 2018
  • Rojane
STENBOL - ÎHD'a Stenbolê  di 17'emîn Lijneya xwe ya Asayî de rêveberiya xwe diyar kir.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê 17'emîn Lijneya xwe ya Giştî a Asayî de li Odeya Endeziyar û Avahîsazan (TMMOB)
pêk anî.  Piştî axafitnên di hilbijartinê de hatin kirin rêvberiya nû ya ÎHD'a Stenbolê hat diyarkirin.
 
Ji bo rêveberiya nû seroka berê Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Semîray Yilmaz, Hatîce Kalpakli, Hanim Tosun, Begalî Kurnaz û Huseyîn Aygun hatin hilbijartin.  Ji bo Endamtiya Lijneya Rêvebirinê jî  Hatîce Korkmaz, Alî Gok û Zeynep Yilmaz hatin hilbijartin.
 
Rêveberiya nû wê di rojên pêşde, karbeşiyê bike û ku wê kî bibe serok ji rayagiştî re parve bike.