Bi çavên rojnamegerekê tuyên reş
- 14:20 20 Gulan 2018
- Rojane
Hîlal Rizgar
MEXMÛR -Li Wargeha Şehid Rustem Cudi (Mexmûr) bi hatina biharê re tûyên reş herder bi xweşikbûyina xwe xemilandin
Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di miha Gulanê de li tuyên reş ku derketin ji aliyê gelê wargehê ve rastî eleqeyeke mezin a gelê wargehê tên. Ji van kesên ku eleqeyeke mezin nîşanî tuyên reş dide jî nûçegîhana Rojeva Mexmûrê ya bi navê Denîz Şîyar ê ku di dema şopandina nûçyê de rastî tuyên reş hatiye ye.
' Demsala herî zêde jê hezdikim demsala biharê ye'
Rojnameger Denîz Şiyar di despêkirina axaftina xwe de bal kêşand ser xweşikbûna tuyên reş û got: " Ez di nav demsalan de herî zê de jî demsala baharê hez dikim. Ji ber ku xûdawenda me jî nu ve zindî dibe .Kulîlkên cûr be cûr vedibin û xweza ji tevahiya mirovahiyê re dayiktiyê dike. Girêdayî ve ez gelek ji darên tûyan hez dikim û tama tûyan jî gelek xweş e "
'Desthiledar xwezayê qetil dikin'
Denîz di berdewamiya nirxandina xwe de da zanîn kû mixabin warê xûdewendan tê şewitandin û waha pêde çû: " Desthiledariya kapîtalîst a dema me ya îro dema me ya îro xwezayê roj bi roj qetil dike. Ji berjewendiyên xwe çavên xwe bera buhustek ax dide û ji bo berjewemdiyên xwe bi kar tîne."
Rojnameger Denîz Şiyar di dawiya nirxandina xwede bang li tevahî xwezaparêzan kir û got: "Pêwîste em dîmenên talankirinê baş bibînîn, wargeha xwedawendan em baş biparêzin kû zarokên pêşerojê bi tendurusti berhemên ji darên tuyan tam bikin. Hêvîdar im ku hemû xwezaparêz ji bo xwezayê têkoşînê bidin. "