Li Pendîk û Ataşehirê jin di xwarina fitarê de hatin gel hev

  • 11:23 20 Gulan 2018
  • Rojane
STENBOL - Meclisa  Jinan a HDP'ê û TJA'yê bi minasebta meha Remezanê li Pendîk û Ataşehirê di xwarina fitarê de bi jinan re hatin gel hev.
 
Meclisa  Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA)  bi minasebta meha Remezanê li Pendîk û Ataşehirê di xwarina fitarê de bi jinan re hatin gel hev. Di bernameya fitarê ya ku li Komeleya Bedlisiyan a li Pendîkê hat pêkanîn de parlametera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya axîvî û di ya ku li buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya taxa 1'ê Gulanê hat kirin de jî  Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş axivî. 
 
Li buroyên ku bername li wan hat kirin de û bi sedan kes tevli bûn flama û dowîzên HDP'ê hatin daliqandin. Jinên ku piştî bangê fitara xwe vekriin, axaftinên parlmaneteran guhdar kirin.
 
'Em ê desthilatdariya faşîst hilweşînin'
 
Di bernameya li Ataşehirê de Meral Daniş Beştaş axivî û wiha bang li Erdogan kir: "Tu 3 mehan di girtîgehê de mayî û ev 20 sal e tu bahsa mexdûriyeta xwe dikî. Tu ne mexdûr zalim î."  Meral di berdewamiya axaftina xwe de xwest ku Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî bên berdan û ev tişt  got: " Em ê dawî li vê zilmê jî bînin û em ê desthilatdariya faşît jî hilweşînin."
 
'Divê îktîdar bê guhertin'
 
Huda Kaya a ku di xwarina fitarê ya li Pendîkê de axivî jî wiha got: "Di 100 salên dawîn de çi neheqiyên ku hebûn me di 16 -20 salnê dawîn de dîtin. Tundiya li dijî jinê derketiya ji sedî 1500'î divê êdî ev îtîdar bê guhertin." 
 
Piştî axaftina Huda jinan govend gerand û coşa hilbijartinê jiyan.