Efrîniyên Remezanê di konan de derbas dikin: Fitarê bi malê me vedikin
- 09:13 20 Gulan 2018
- Rojane
Tolin Muhamed-Lilav Eli
ŞEHBA- Efrîniyên bi gelek pirsgirêkên tenduristî, xwedîbûn û starbûnê re li konan Remezan pêşwazî kirin wiha gotin: “Di bin navê îslamiyetê de her cureyê komkujiyê dikin û dibêjin em bi rojî ne. Lê fitara xwe bi malên me yên heram vedikin. Ev nakokiyek çawa ye. Talan dikin û piştre dibêjin ‘em mislimani n’.”
Komên girêdayî Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) di 20’ê Çile de li hember Efrînê êrîş dan destpêkirin û di encama êrîşan de bi sedhezaran kes ji warê xwe bû. Efrîniyên li Kantona Şehba bi cih bûne û li benda roja vegerê ne bi gelek pirsgirêkan ku di serî de tenduristî tê Meha Remazan pêşwazî kirin.
Esum Muhamed êrîşa li hemberî wan pêk hatiye bi bîr xist û wiha got: “Erdogan û çeteyên xwe bi çavsoriyek mezin êrîşê axa me kirin. Bi balafiran malên me xera kirin. Em wê hovîtiyê ji bîr nakin. Me 58 rojan berxwe da. Em ê ji bo Efrînê bi hev re li ber xwe bidin. Erdogan dijminê mirovahiyê ye. Em ji axa me kirin. Em niha bi rojî ne. Ev der ne Efrîn e. Ev der pir germ e.”
‘Di bin navê îslamiyetê de komkujiyan dikin’
Esumê bi lêv kir ku niha çete û malbatên xwe li malên wan bi cih bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çeteyên xwe li axa me bi cih kirin. Ew dibêjin qey wê axa me ji wan re bimîne. YPJ û YPG’ê her tim em parastin. Em ê Efrînê azad bikin û bi serbilindî biçin wir. Em bi vê hêviyê dijîn. Di bin navê îslamiyetê de her cureyê komkujiyê dikin. Nabêjin jin, zarok hemûyan dikujin. Piştre jî tên behsa îslamiyetê dikin. Komkujiyan dikin û behsa wekheviyê dikin. Gelo wê kî bawer bike?Em jinên kurd tu car bi gotinên wan ên sexte bawer nekin. Dibêjin ‘em bi rojî ne’ û fitara xwe bi malên me yê li wan heram e vedikin. Ev nakokiyek çawa ye.
‘Niharin gelê Kurd bikin kole’
Siyam Henan jî berteka xwe wiha anî ziman: “Bila tu kes xwedî li Efrînê dernekeve. Efrîn ya me ye. Erdogan dijminê çar parçeyên Kurdistanê ye. Naxwazin gelê kurd bi awayekî azad bijî. Ji ber vê êrîş kirin. em wek gelê Efrînê tiştên ku Erdogan û Rûsyayê bi me kiriye ji bîr nakin.
Zeluh Elo jî wiha got: “Her der berxwedan her der Efrîn e ji bo me. Erdogan dibêje qey em mahkumê konan kirine. Lê em Efrînî ne. çi dibe bila bibe berxwedan çanda me ye. Erdogan kujerê zarokan e. Di bin navê îslamiyetê de siyaseta qirêj dike. Bila Erdogan bê di bin vê germê de rojiyê bigire û em jî bibînin.”