Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasî ya berê Gulşen Koçuk hat binçavkirin
- 11:21 17 Gulan 2018
- Rojane
KOCAELÎ - Xebatkara Ozgulukçu Demokrasî ya ku qayyim hat tayinkirin, Gulşen Koçuk li Daricayê hat binçavkirin.
Ji aliyê hikumeta AKP'ê ve qayyim tayinî ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hatibû kirin. Xebatkara rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya berê Gulşen Koçuk li Daricayê hat binçavkirin. Hat hînbûn ku dê Gulşenê bînin Stenbolê.
Di 28'ê Adarê de bi ser çapxaneya gunê û buroya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de hatibû girtin û 24 xebatkar hatibûn binçavkirin û ji aliyê TMSF'ê ve qayyim tayinî ser rojname û çapxaneyê hatibû kirin. Bi operasyonên di vê çarçoveyê de bi ser malên Hicran Urun, Reyhan Hacioglu, Mehmet Ali Çelebi û Pinar Tarlak de hatibû girtin û xebatkar û rojnameger hatibûn girtin.