Komeleya piştevaniya bi Girtî Hukumxara û Malbatên wan re (TUYA - DER) hat vekirin
- 09:12 17 Gulan 2018
- Rojane
AMED - Ji bo piştevaniya bi gitî û malbatên wan re Komelyeya Piştevaniya bi Girtî, Hikumxara û Malbatên wan re (TUYA - DER) li Amedê hat vekirin. Seroka Komeleyê Zelîha Guneş bang li her kesî kir ku ji bo zextên li girtîgehan bên bidawîkirin xwedî li komeleyê derkevin.
Bi îlankirina OHAL'ê re gelek saziyên sivîl û komele hatin girtin ji van komeleyên ku hatin girtin yek jê jî Diyar TUHAD DER bû ku di sala 1996'an de bi armanca piştevaniya girtî hukumxwar û malbatên wan bike hatibû vekirin e. Piştî demeke dirêj ku Diyar TUHAD der hate girtin di rojên borî de, ji bo piştevaniya bi malbatên girtî û hukumxwaran re komeleyeke nû ya bi navê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUYA - DER) hat vekirin. Seroka Komeleyê Zelîha Guneş diyar kir ku komele ji bo bi dawîkirina zextên li ser gitî û malbatên wan hatiye vekirin û banga piştevaniyê kir.
Zelîha di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi îlankirina OHAL’ê gelek sazî, komele hatine girtin û ji wê rojê vir de tu komele, sazî nemane. Zelîha, got ku ji van yek jî komeleya Diyar TUHAD-DER’ê bû ku hat girtin û ji wê rojê û şûnde hem girtiyan û hem jî malabtên wan gelek zahmetî kişandin. Zelîha wiha dirêjî da axaftina xwe “Piştî girtina Diyar TUHAD DER'ê ji bo ku em mafên girtî, hikumxar û malbatên wan biparêzin me pêdivî dît ku em dîsa koleyeke bi vî rengî vekin û me TUYA - DER vekir.
‘Alternatîfên me tu carî xilas nabin’
Zehila, diyar kir ku dema komele vekirine gelek zahmetî kişandine û wiha pêde çû: “Me beriya mehekê dest bi amadekariyan kir. Piştre ji bo ku em komeleyê vebikin me serî li maseya komeleyan a Walîtiya Amedê da û biryara vekirinê hat dayîn. Piştî biryar hat dayîn me li navçeya Rêzanê ji xwe re cih girt û komeleya xwe vekir. Ev bû nêzî mehekê ku me komele vekiriye. Lê ji aliyê aborî de em gelek zehmetiyan dijîn. Dema ku me ev komele vekir malbatên giritiyan gelek kêfxweş bûn. Ew çiqasî saziyên me bigirin jî em ê komele û saziyên nû vebikin. Alternatîfên me tu carî xilas nabin.”
'Divê em hêza xwe bikin yek'
Zeliha, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê kurd kir ku xwedî li komeleyê derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku em îro bi hev re bibin yek, wê demê em ê bikaribin zext û zordariya li girtîgehan jî rabikin. Pêwîst e em hêza xw bikin û ji bo vê me ev komele vekiriye.”