Julie Ward: Em ê tiştên bi gelê Efrînê dan jiyîn ji hemû cîhanê re vebêjin
- 09:03 17 Gulan 2018
- Rojane
QAMIŞLO- Endama koma çep a Parlamenteriya Ewropayê Julîe Ward, di çarçoveya kampanyaya ‘Jin ji bo Efrînê li ser piyan e’ ya Kongreya Starê de axivî û diyar kir ku ew wê tiştên bi gelê Efrînê dane jiyîn bi hemû rayagiştî ya cîhanê re parve bikin û wiha got: “Niha gelek kes ji Efrînê hatine koçberkirin. Dixwazin vegerin Efrînê. Mafên wan heye ku vegerin malên xwe.”
Rêxistina sîwaneya jinan a Bakurê Sûriyeyê Kongreya Starê di çarçoveya kampanyaya ‘jin ji bo Efrînê li ser piyane’ bang li jinên cîhanê kir ku li ser vê heyetek îngîlîz hat Rojava û serdanên xwe temam kirin. Heyetê li Kobanê, Cizîr û Tebqayê serdan pêk anî û nikarî derbasî Şehbayê bibe. Di heyetê de endama koma çep a Parlamentoya Ewropayê Julîe Ward jî hebû.
‘Îdeolojiya Abdullah Ocalan têkoşîna jinan bi teşe dike’
Julîe sedema hatina xwe ya Rojavayê Kurdistanê wiha vegot: “Ez bi mafên mirovan re û mafên û zarokan re eleqeder dibim. Ez çûm Nisêbîn û Amedê. Ez li Ingîlistanê jî piştgiriyê didim civaka kurd. Ez tecrîda li ser Abdullah Ocalan her tim tînim ziman. Ez li cem Gelê Kurd im. Îdeolojiya Abdullah Ocalan têkoşîna jinan bi teşe dike.Min Federasyona Bakurê Sûriyeyê berê bihistibû lê cara yekem hatim vir. Min gelek îlham girt. Ji ber gelê Efrînê rastî bombebaranên hov hatiye ez gelek xemgîn im. Ez ji ber geşedanên li Efrînê gelek xemgîn im.”
‘Tayyîp Erdogan ji jinan tirsiya’
Julîe di berdweamiyê de daxuyakirin ku li li Efrînê modela demokratîk a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye jiyanê û ji ber vê jî bûye sedema êrîşan û got: “Ji ber civakek serkeftî bû. Modela Abdullah Ocalan pêş xistiye li vir ketiye jiyanê. Jin azad bûn. Erdogan jî ji vê tirsiya. Jinên koçî Şehbayê kirine di bin şert û mercên giran de dijîn. Lê ligel van hemûyan ez berxwedanê dibînim û jinên gelek xurt hene.”
Çû serdana JINWAR’ê
Julîe bi lêv kir ku ew çûye gundê JINWARê jî û diyar kir ku wê piştî gund dîtiye fêm kiriye ku jinan li her qada jiyanê jiyanek nû ava kirine. Julîe di dawiya axaftina xwe de got ew piştgiriyê dide kampanyaya Kongreya Starê û her wiha got sala borî ew di delegasyoneke ku ji bo biçin serdana Abdullah Ocalan serî li Tirkiyeyê daye cih girtiye.