Tora Parastina jinê wê jiberan xera bike

  • 09:02 17 Gulan 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL- Tora Parastina Jinan a bi gotina ‘jin jinê diparêze’ derket rê wiha got: “Banga me ji bo jinan heye. Jin jinê gûhdar dike, jin jinê fêm dike.  Tu jin ne tenê ye û ne bêçareye. Em ê her carê jinan biparêzin.”
 
Xwendekarên zanîngehê Çagla Akdere û Gokçîçek Korkmaz yên ji bo  jiberên der barê jinê de biguherin derketin rê bi komek jin re Tora Parastina Jinê ava kirin.  Herdu  jinan diyar kirin ku bila tu jin xwe tenê hîs nekin û dema jinek li cem we hebe û neheqiyek bê serê wê bêdeng nemînin û alîkariyê bidinê. 
 
Çalgayê diyar kir ew ji bo jin jinê biparêzin derketine rê û saleke ji bo Tora Parastina Jinê ava bibe hewl dane û got bedena jinan hem di qada cemawerî de û hem jî di alî jiyanê de di bin tehîdê de ye. Çaglayê wiha got: “Çalakiya ku li Stenbolê li kafeyekê piştî tacîza zayendî derket holê û dîsa çalakiyên din yên jin hev diparêzin bandor li ser me kir. Gelek girîng e ku jin hev biparêzin. Ligel hewcedariya tora parastinê me xwest parastina cewherî ya femînîst jî hebe.”
 
‘Me daxwazên jinan guhdar kir’
 
Çaglayê got piştî biryara vakirina tora parastinê dane li gelek bajarên Tirkiyeyê lêkolîna ‘jin çi dixwazin?’ pêk anîne û got wan qert li jinan belav kirine, ji jinan xwestine ku daxwazên xwe li van qertan binivîsin. Çaglayê got wan bi vê daxwazên jinan gûhdar kirine. Em dixwazin bang li jinan bikin. Ji bilî jinan tu kes ne jinan fêm nake. Jin hev dikarin fêm bikin.  yên bibin derman tune ne.
 
Ji bo çalakiya ‘şev yên me ne’ eleqeyek mezin
 
Gokçeçîçek Korkmaz jî destnîşan kir ku bi taybet çalakiyên wan yên li dijî tacîzên di otobusan de eleqeyek mezin dîtine û got çalakiya bi dirûşmeya ‘şev yên me ne’ dane destpêkirin jî rastî piştgiriyek mezin hatine. Gokçeçîçekê bang li jinan kir ku bila jin bên cem hev û Tora Parastina Jinê pêş ve bibin û li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têkoşînê bimeşînin.