ROJEVA 17'Ê GULANA 2018'AN

  • 09:00 17 Gulan 2018
  • Rojev
*Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê 24’ê Hezîranê derketina ji tunelê bê nirxandin û wiha got: “Muxalefeta bi hêz ya derdikeve holê, HDP’yek bi hêz û jinên bi hêz wê hemû tiştî biguherin.” BI DÎMEN
 
*Tora Parastina Jinan a bi gotina ‘jin jinê diparêze’ derket rê wiha got: “Banga me ji bo jinan heye. Jin jinê gûhdar dike, jin jinê fêm dike.  Tu jin ne tenê ye û ne bêçareye. Em ê her carê jinan biparêzin.” BI DÎMEN
 
* Endama koma çep a Parlamenteriya Ewropayê Julîe Ward, di çarçoveya kampanyaya ‘Jin ji bo Efrînê li ser piyan e’ ya Kongreya Starê de axivî û diyar kir ku ew wê tiştên bi gelê Efrînê dane jiyîn bi hemû rayagiştî ya cîhanê re parve bikin û wiha got: “Niha gelek kes ji Efrînê hatine koçberkirin. Dixwazin vegerin Efrînê. Mafên wan heye ku vegerin malên xwe.”
 
*Ji Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re Selma Altan diyar kir ku ev 20 roj e li girtîgeha Tîpa R ya Menemenê greva birçîbûnê ya bêdem didome û bal kişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan. BI DÎMEN
 
*Sekretera navenda giştî ya KESK’ê Gulîstan Atasoy  diyar kir ku hejmara kreşên saziyên cemaweriyê yên di 2008’an de 497 bû, di 2016’an de daketiye 56’an û got sedema esas îdeolojîk e.  BI DÎMEN
 
*Fatma Abdurahman a ku girêdayî xwezayê ye û dibe sedema hilberînên hêja got xweza feyzê ji hewldana jinê digire û jin jî feyzê ji xwezayê digire. 
 
* Li Stewrê xaniyên ku mîmariya wan ji dema Romayê maye, terkî qedera wan hatiye kirin, Keleha wê jî ji bo qada leşkeriyê tê bikaranîn.
 
*Nurşan Demîr a li Nisêbînê hat binçavkirin û bi îşkenceyê îfadeya wê hat girtin û piştre hat girtin, bêyî agahiyê bidin malbat û parêzerên wê surgunî Girtîgeha Wanê hat kirin. Nurşana ku 5 zarokên wê hene, dîtina wan zehmetir bû.
 
*Ji bo piştevaniya bi gitî û malbatên wan re Komelyeya Piştevaniya bi  Girtî, Hikumxara û Malbatên wan re (TUYA - DER) li Amedê hat vekirin. Seroka Komeleyê Zelîha Guneş bang li her kesî kir ku ji bo zextên li girtîgehan bên bidawîkirin xwedî li komeleyê derkevin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Hemşînî yên li Stenbolê dijîn diyar kirin ku ew di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li cem namzetê ku azadiya jinê diparêzin e.