Li Amedê Yekemîn Buroya Jinan a Hilbijartinê hat vekirin

  • 18:23 16 Gulan 2018
  • Rojane
 
AMED - Li Peyasa Amedê Yekemîn Buroya Jinan a Hilbijartinê hat vekirin. Her wiha li taxa Hizûrevlerî û Muradiyê jî bûroyên hilbijartinê hatin vekirin. 
 
Li navçeya Peyasê Yekemîn Buroya Jinan a Hilbijartinê hat vekirin. Cîgîra Seroka Meclîsa HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Parlementera HDP’ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê yên navçeyan û gelek jin tevlî bûn. Beriya vekirina buroyê Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî.
 
‘Wê jin ji vî welatî re azadiyê bînin’
 
Dîlan meha remezanê li hemû kesan pîroz kir û anî ziman ku bûroya jinan a hilbijartinê li ser navê Dayika Taybet û hemû jinên jiyana xwe dest dane vedikin û wiha got: “ Wê jin ji vî welatî re azadî û demokrasiyê bînin.” Piştî axaftinê bûro ji aliyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ve hat vekirin û merasîm bi govend û tilîliyên jinan qediya.
 
piştî merasîma vekirina buroya jinan jin vê carê çûn taxa Huzrevlerî ya peyasê û li wê jî tevli merasîma vekirina buroya hilbijartinê bûn.  
 
Herwiha li Rezana Amedê li taxa Muradiye jî buroya hilbijartinê bi tevlibûneke mezin û bi şoş hat vekirin.
 
Merasima vekirina buroyan bi dirûşma "Bijî HDP" bi dawî bû.