Dozger ji nûçegîhanê me yên ku ji aliyê polîsan ve hat tehdîtkirin pirsên ecêb kir

  • 17:56 16 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Nûçegîhanên me ji ber ku ji aliyê polîsan ve hatin tehdîtkirin û ajanî li ser wan hat ferzkirin li dozgeriyê serîlêdana sûc kiribûn. Dozger pirsên ecêb kir û got:"Kesî ji  we re got em ê we serjê bikin?"
 
Nûçegîhanên me Durket Suren û Nurcan Yalçin li Amedê hatibûn binçavkirin û polîsan ew tehdît kirbûn her wiha ajanî li ser wan ferz kiribû. Nûçegîhanê me ji ber vê yekê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serîlêdana sûc kirin. Nûçegîhanên me Nurcan Yalçin û Durket Suren derbarê vê mijarê de li Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî dan û piştre çûn dozgeriyê û serîlêdana sûc kirin. 
 
Di dema ku nûçegîhanên me îfade dan Serdozgeriya Komarê dozger pirsên ecêb ji wan pirsî. Nûçegîhanên me ji dozger re gotin:"Polîs li me geriyan û ji me re gotin 'ger hûn vî karê ku hûn lê dixebitin dewam bikin em ê jî her dem li deriyê we bixin'. Lê em karekî îllegal nakin em li saziyek fermî dixebitin. " Li ser vê îfadeyê dozger got:"Ka ma we çawa tehdît kirine tu gotine em ê serê we serjê bikin?" 
 
Tevî ku nûçegîhanên me serîlêdan sûc kirin dîsa jî telefon ji wan re tê kirin û bi vê yekê tên tacîzkirin.