HDP'ê li Dêrikê buroya hilbijartinê vekir

  • 15:33 16 Gulan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Bi beşdarbûna gelek kesan HDP'ê li Dêrikê buroya hilbijartinê vekir. 
 
Rêxistina Bajêr a Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê li Dêrikê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman, Heyeta HDP û DBP'ê tevî dorpêçkirina polîsan serdana bazirganan kirin. Heyet ji aliyê gel ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin û jinan bi tilîlî û bi çepikên xwe piştgirî dan heyetê. 
 
Piştî serdana bazirganan heyet derbasî buroyê bû. Dayikan qurdele jê kirin û vekirina buroya hilbijartinê pêk hat. 
 
Vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.