ÎHD: Daxwaza girtiyên nexweş ên di grevê de pêk bînin
- 15:21 16 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo 4 girtiyên nexweş ên ji 20'ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmirê dest bi çalakiya grava birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kiribûn, daxuyanî da û xwest bi lezgîn daxwazên 4 girtiyan pêk bînin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa 4 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmirê daxuyani dan çapemeniyê. Komîsyona ÎHD'ê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş Ergîn Aktaş, Dîcle Bozan, Yusuf Bulut û Ehmedi Xamî li avahiya şaxa komeleyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de pankarta “Bila daxwazên girtiyên nexweş bên qebûl kirin" vekirin. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettin daxuyanî da.
'Roviyên wî li derve ne'
Mehmet, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Ergin Aktaş milekî wî ji inîşkê ve û milekî wî ji zendê ve tune ye. Dîsa nexweşê KOAH'ê ye. Bi serê xwe nikare bijî. Lê li gel vê yekê piştî OHAL'ê di yek huceryê de tê girtin. Dicle Bozan, piyekî wê hatiye jêkirin. Dîsa di zikê wî de binîn hene. Nêzî salekê ye roviyê wî li derve ne. Divê bê emeliyatkirin, lê heta niha nehatiye emeliytakirin. Yusuf Bulut, 68 salî ye. Nexweşê pençeşêra roviya ye. "
Ehmedi Xami jî 18 salî ye. Felcî bûye. Bi sandalyaya bi teker dijî. Divê demek berî demekê daxwazên wan pêk bê. Divê girityên bên emeliyatkirin bi lez wan emeliyat bikin. Divê şert û mercên wan ên girtîgehê bên başkirin û di şertên baş de bên dermankirin. Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin demek berî demekê daxwazên wan pêk bên û mafê wan ê jiyan û tenduristiyê bên parastin.
Parêzer Gulizar Tuncer jî diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û wiha got: "Li wê girtîgehê girtiyên nexweş di nava şert û mercên gelek dijwar de tên girtin. Girtiyên ji wê girtîgehê derkevin û biçin girtîgehek din wekî ku azad bibin. Li dijî 4 girtiyên nexweş helwestek taybet tê meşandin. Ji ber dosyayên wan û cezayê wan, aşkere bi dijminanî nêzî wan dibin. Ew dixwazin daxwazên wan pêk bê û wan sewqî girtîgehek din bikin. Wekî din tiştekî naxwazin."