Ayşe Surucu :Zimanê dayikê maf û rûmet e

  • 13:05 16 Gulan 2018
  • Rojane
RIHA - Di civîna ku ji bo Cejna Zimanê Kurdî hat lidarxisitn de Hevseroka HDP'ê ya Bjarê Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku polîtîkayên ji bo tunekirina zimanê kurdî li her derê xwe didin nîşandan û xwest ku qedexeya li ser zimanê kurdî demek berî demekê bê rakirin.
 
Rêxistinên Partiy Demokratîk a Gelan (HPD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajarê Rihayê bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek dan.  Di civîna ku li avahiya HDP'ê ya bajêr hat lidarxisitn de gelek kes tevli bû û daxuyanî ji aliyê Hevseroka Bajarê Rihayê ya HDP'ê Ayşe Surucu ve hat dayîn. Ayşe di axaftina xwe de Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Celadet Elî Bedirxan û Ceqerxîn bi bîr anîn û pêvajoya 15'ê Gulanê ku wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin vegot.
 
Ayşe di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e û ev maf di peymana NY'ê ya Mafên Zarokan a ku di 20'ê Gulana 1989'an de hatiye îmzekirin de jî cih digire. Ayşe di berdewamiya axafitna xwe de ev tişt  got: "Pergala desthilatdar polîtîkayên xwe yên pişaftinê berdewam dike. Poîtîkayên li ser tunekirina zimanê kurdî li her derê di meriyetê de ne. Her gel bi zimanê xwe tê naskirin divê qedexeya li ser zimanê kurdî demildest bê rakirin."