Li Efrînê pêkanînên DAÎŞ'ê
- 09:12 16 Gulan 2018
- Rojane
Sozda Oremar
EFRÎN - Li Efrîna ku pêkanînên DAIŞ’ê ketiye meriyetê, di wêneyên nû yên ji Efrînê hatine mirov dibînin ku çarşefa reş li hemû jinan hatiye kirin. Hat hînbûn ku heta niha 7 jin û herî dawî jî jina bi navê Hatîce ya li taxa Eşrefiyê dijî ji aliyê komên çeteyan ve hatine revandin.
Li Efrîna ku di bin destê Tirkiyeyê û komên OSO’yê de ye, zext û êrîşên li dijî qadên jiyana jinan roj bi roj zêde dibe. Di wêneyên ji aliyê ajansa me ve hatiye serwîskirin de tê dîtin ku pêkanînên DAIŞ’ê ketine meriyetê û jin bêyî çarşefa reş û mêran nikarin derkevin derve.
Dest didin ser telefonên wan ên bêrîkê
Piştî wêne derketin holê şûnde çavkaniyên herêmî yên me xwe gîhandinê, diyar kirin ku pêkanîna çarşefa reş li seranserê Efrînê belav bûye. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku DAIŞ ji nû ve li Efînê bi cih bûye û tê dîtin ku jinên li kolanê digerin bi çarşefa reş digerin. Li bajar her wiha telefon, dîmen û kişandina vîdeoyan jî qedexe bûye û hat diyarkirin çete telefonên welatiyan dişkînin an jî desteser dikin.
Naxwazin zarokên law û keç ligel hev bin
Çavkaniyên herêmê gotin li taxa Mahmudiyê zarokên biçûk li mizgeftan bi zorê perwerdeya olî digirin û serê zarokên keç jî bi zorê digirin û nahêlin zarokên keç û law ligel hev bimînin.
Aqûbeta jinan nayê zanîn
Ji 18’ê Adarê û vir de ku Tirkiye û komên girêdayê wê ketin Efrînê, gelek jin hatin revandin an jî rastî îstîsmara zayendî hatin.
Hefteyeke agahî ji Hatîceyê nayê girtin
Herî dawî ji taxa Efrefiye jina bi navê Hatîce winda bûye û ev hefteyeke ku agahî jê nayê girtin. Tê gotin ku komên çeteyan Hatîce revandiye. Dîsa ji taxa Eşrefiye ji malbata Hemdan, du jê jin 6 kes ji aliyê OSO’yê ve hatine revandin. Aqûbeta malbatê nayê zanîn.
Nazli, Emîne, Kefîr û Azîme
Jina bi navê Nazli ya li gundê Kaxrê ya Efrînê dijiya jî ji aliyê çeteyan ve rastî îstîsmara zayendî hat û hat revandin. Derbarê aqûbeta wê de agahî jî nayê girtin.
Emîne Xelîl Hesen û Kefîr Romelî ya 64 salî jî di 12’ê Nîsanê de li Efrînê hatin revandin. Nayê zanîn birine ku derê. Ji gundê Memala ya Raco jî jina bi navê Hanîfe Yusuf û Reziye ji aliyê komên çeteyan ve hatin revandin û aqûbeta wan jî nayê zanîn.
Li navçeya Mabatayê ya Efrinê jina bi navê Azîme ya di meclîsa gel de cih digirt hat revandin. Hat gotin ku ew birine sînorê Tirkiyeyê û girtine.
15 cenaze hatin dîtin
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gelek kesên ku hejmar û navên wan nayê zanîn di destên çeteyan de ne û heta niha 15 cenaze hatiye dîtin. Hefteya borî li gundê Dêrbelut a Cindiresê jî qedexeya derketina derve hat îlankirin û gelek leşker sewqî herêmê hatine kirin.
Warên pîroz ên Êzidiyan hatin texrîbkirin
Çavkaniyên herêmî her wiha diyar kirin ku talan û wêrankirin didome û li gundê Atmana jî wesayîtên gel tên desteserkirin. Her wiha li gundê Basîfanê jî warên pîroz yên Êzidiyan ji aliyê komên çeteyan ve tên texrîbkirin. Tê gotin ku Êzidiyan bi zorê dibin mizgeftan.