'Êdî bes e bila zarok neyên kuştin'

  • 09:09 16 Gulan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li pey Hogir Kayran ku li Nîsêbînê di encama teqîna madeya di kavilê de hat dîtin, jiyana xwe ji dest da, du wêne man. Xaltiya wî Meyrem Kayran got êdî bes e bila zarok neyên kuştin.
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî qedexeyên derketina derve û pevçûna hat jiyîn de madeyên teqemeniyê yên nav kavilan her  roj di bin sedema têkçûna jiyanekê.  Hogir Kayran yê 11 salî di encama teqîna madeya di nav kavilan de jiyana xwe ji dest da. Ji ber van bermahiyên ku li cihên ne  guncav tên belav kirin heta niha 5 kesî jiyana xwe ji dest daye.
 
‘Du wêneyên wî hene’
 
Bi malbata Hogir re tenê du wêneyên wî hene. Li mala Hogir bêdengiyek mezin serdest e.  Xaltiya Hogir Meryem Kayran diyar kir ku Hogir zarokekî pir şîrîn bû.
 
Meryemê da zanîn ku Hogir her roj li taxê pezê xwe diçêrand û dilîst û wiha got: “Hogir zarokê mezin yê malbatê bû. Hogir tevî temenê xwe yê biçûk dema qedexeyan de nedixwest ji Nisêbînê derkeve. Hogir ji dayika xwe û Nisêbînê pir hez dikir. Nedixwest ji vir derkeve. Min bi destê wî girt û bi zor derxist. Gelek bêriya vir dikir.”
 
‘Bombeyek xistin nav vê malê’
 
Meryemê di dawiya axaftina xwe de roja bûyerê û berteka xwe wiha anî ziman: “Em li malê bûn. Me nanê nîvro xwar. Piştre rabû û got ‘ez sewalan derdixim’ û çû.  Niha dibêjin ku Hogir çûye nav wan kavilan.  Dibêjin ji ber baranê bombe hatiye wî cihî û wî jî pê lîstiye. Lê ne wisa ye. bombe ji xwe li wir bû. Ez dema çûm di nava xwînê de mabû. Bombe ji bin axê derneketibû. Li ber betonê bû. Piştî bûyerê bombeyek din jî li wir dîtine. Bombeyek xistin nav vê malbatê. Êdî bes e. bila zarok neyên kuştin. Bajar hilweşiyan, zarok û mirov hatin kuştin.”