Zelal Yerlîkaya: Li dijî tifaqa faşîzan wê yêkitiya gelan bi ser keve

  • 09:01 16 Gulan 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN-Piştî ku AKP û MHP'ê tifaqa xwe kirin û biryar dan ku di 24'ê Hezîranê de hilbijartina pêşwext bê kirin gelek partiyên siyasî jî hatin gel hev û tifaqa xwe ava kirin. Endama PM a HDP Zelal Yerlîkaya jî li ser tifaqên ku hatin kirin nirxandin kir. 
 
Li Tirkiyeyê di 24 Hezîranê de gel ji bo ku sedrokomar û parlamenteran hilbijêre wê biçe ser sindoqan. Li gel hilbijartinê piştî Tifaqa faşîzan a AKP- MHP'ê gelek partiyên siyasî jî hatin gel hev û tifaq kirin. Der barê tifaqa AKP - MHP'ê de endama PM a Partiya Demokratîk a Gelan HDP Zelal Yerlîkaya nirxandin kir û got ku li dijî tifaqa faşîzan wê yekitiya gelan bi ser keve. 
 
Li dijî tifaqa faşîzan yekitiya gelan
 
Zelalê bal kişand ser tifaqa partiyên sîyasî û got ku gava ku dema zilmê nêz dibe gel di nav xwe de yekitiyê ava dikin  û wiha axivi;"Hikûmeta AKP'ê di warê meşandina polîtikayê de dixetime. Bêgûman ev hilbijartin nabe hilbijartineke demokratîk. Em vê hilbijartinê mîna hilbijartina zordest bi nav dikîn. Li hemberî tifaqên partiyên  sîyasî û li hemberî tifaqa hişmendiyên yekparêz  yêkîtiya me û tifaqa me ya  bi gelan re  bi hêztir û xurtirr e. Hikûmet bi polîtikayên xwe yên êrîşkar dixwaze siyaseta civakê bi temamî bike rastgir.  Bi vê pergalê dixwazin zilma xwe fermî bikin. Di nav gel de pêkûtiyên xwe meşrû bikin û bikin perçeyek jiyanê. Em tifaqa AKP - MHP'ê wekî tifaqa faşîzan bi nav dikîn. Li hemberî  tifaqa faşîzan yêkitiya gelan wê bi ser keve. Bêgûman tifaqa HDP'ê wê  bi aşitiyê, jinan, bindestan û bi karkeran re pêk bê. Bi vê ttîfaqê dixwazin HDP'ê di bin bendavê de bihêlin û jinan di siyasetê bêdeng bikin. Em bi hikûmeteke ku dijminê jinan e re rûbirû ne.  Li hemberî hêzên faşîzan jin wê rengê xwe û dengê xwe di 24'ê Hezîranê de nîşan bidin. Tifaqa HDP'ê wê bi jinan re pêk bê."
 
'Ji OHAL'ê zêdetir tiştekî AKP'ê nema'
 
Zelalê di berdewamiya axiftina xwe de diyar kir ku hêza AKP têra qedandina HDP'ê nekir,  ji ber wê bi MHP re tifaq çêkir û ev tişt got;"Bi rastî tu kes ji hemberî tifaq AKP û MHP'ê matmayî nema. Ji xwe her du partî jî ji heman hişmendiyê digihîjin hev. Ew ji yekitiya gelan ditirsin û dixwazin kesên ku ji bo yekitiya gelan tedikoşin bêdeng bikin. Ji ber vê yekê jî hemû partiyên siyasî tifaq pêk anîn, lê HDP mîna partiyeke ji derveyî welat hat dîtin. Bila bizanin ku em ne tenê ne. Bi van tifaqên qirêj ew ê nikaribin dengê gelan qut bikin. Îktîdara AKP dixwaze hebûna xwe bidomîne û vê jî bi êrîş, bêdengkirin û şer dixwaze misoger bike. Projeyên AKP'ê  yên piştî hilbijartinê hemû li ser şer û vekirina girtîgehên nû ne. Ji OHAL'ê zêdetir tiştekî AKP'ê nemye û partiya herî zêde nêzî gel HDP ye. Me di 7'ê  Hezîranê de hêza jinê dît. Di Meclîsê de partiya ku herî zêde dengê jinê û herî zêde hejmara jinan lê zêde ye HDP ye. "
 
'Di nav serlêdanên bernamzdiyê de jin zêde ne'
 
Zelalê herî dawî aşkera kir ku ji bo hilbijartina 24 Hezîranê eleqeya jinan a ji bo bernamzediyê pir zêde ye û wiha pê de çû;"Em tu car tevlî tifaqên faşîzan nebûn. û van tifaqan HDP wekî partiyeke îllegalîze nîşanî gel dan. Pirsgirîka HDP'ê ya bendavê tune ye û wê tune be. Eleqeya li hemberî HDP'ê  pir zêde ye. Serlêdanên ji bo bernamzediyê li  Serhedê û li wanê pêk tên û herî zêde jin serlêdanê dikin. Bi em dixwazîn îsal meclîsê bi rengê jinê bixemilînîn. Jinên ku tên jî ji me re dibêjin ger ku nebin namzed jî ew dixwazin bi me re bixebtin. Gel piştgirî û eleqeyeke mezin dide HDP' ê. Werin em bi hev re mil mil tebikoşîn û bi ser bikevin."