ROJEVA 16'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 16 Gulan 2018
- Rojev
*Piştî ku AKP û MHP'ê tifaqa xwe kirin û biryar dan ku di 24'ê Hezîranê de hilbijartina pêşwext bê kirin gelek partiyên siyasî jî hatin gel hev û tifaqa xwe ava kirin. Endama PM a HDP Zelal Yerlîkaya jî li ser tifaqên ku hatin kirin nirxandin kir.
*Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn û têkoşîna xwe li wir didomînin. Gelê Kurd xwedî çand û hunerek dewlemend û kevnar e. Jinên Kurd her dem li çanda xwe xwedî derketiye. Li Kampên Berxwedanê û Serdemê yên li Şehbayê ji bo zarokan dersên çand û hunerê tê dayin û bi vî awayî li çandê xwedî tê derketin. BI DÎMEN
*Nivîskar Medya Doz derbarê Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de diyar kir ku berxwedana Efrînê dersek dîrokî da hemû cîhanê û got:"Gelê Kurd li Efrînê hebûna xwe û axa xwe parastin û heta dawî li ber xwe dan."
*Jinên ku mafên wan bi OHAL’ê hatiye xespkirin û ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin gotin: “Bi zor û zehmetiyên desthilatdariyê re jiyan roj bi roj zehmet dibe.” BI DÎMEN
*Mizgîn Irgat a HDP’î pêvajoya hilbijartinê wek ‘ riya ji taritiyê derketin’ nirxand û wiha got: “Me tu car ji îdiaya ku HDP partiya jinê ye tavîz neda. Nûneriya wekhev û pergala hevserokatiyê, rojevên me yên sereke ne. Em ê xwe bigihînin hemû jinan.” BI DÎMEN
*Li pey Hogir Kayran ku li Nîsêbînê di encama teqîna madeya di kavilê de hat dîtin, jiyana xwe ji dest da, du wêne man. Xaltiya wî Meyrem Kayran got êdî bes e bila zarok nemirin. BI DÎMEN
*Li Efrîna ku pêkanînên DAIŞ’ê ketiye meriyetê, di wêneyên nû yên ji Efrînê hatine mirov dibînin ku çarşefa reş li hemû jinan hatiye kirin. Hat hînbûn ku heta niha 7 jin û herî dawî jî jina bi navê Hatîce ya li taxa Eşrefiyê dijî ji aliyê komên çeteyan ve hatine revandin.
*Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku di bin sedema tifaqên ku ji derveyî HDP’ê tên avakirin de, hişmendiya yekparêz û nêzîkatiya li dijî pirsgirêka Kurd heye û wiha got: “ Her kesî dît ku Kurd li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê û li cîhanê hatiye asta ku têrî xwe dike. Îro yên tifaq ava kirine ji vê yekê ditirsin. Yên ku bê HDP'ê tifaq ava kirine li herêma Kurdistanê wê bi kîja rûyî xebatan bimeşînin.” BI DÎMEN
*Gulbahar Kizilkaya ku cenazeyê wê di çalekê de hat dîtin, derbarê mirina wê de malbata ku hatibû binçavkirin hatin berdan. Derbarê bûyerê de birayê wê yê wek gumanbar lêgerîna wî heye hîna nehatiye dîtin.
*Li dibistanên Şengalê zarokan karneyên xwe yên dawîya salê ji aliyê endamên mecîsa TAJÊ û mamostayê Şengalê ve wergirtin. Ev çar salin ku zarokên Şengalê perwerdeyê bi zimanê dayikê dibînin. Mamosteyan derbarê girîngiya zimanê Kurdî de gotin:"Zimanê dayikê rûmet û hebûna mirova ne. Divê em li hebûn û rûmeta xwe xwedî derkevin."