Pinar Aydinlar hat girtin
- 17:09 15 Gulan 2018
- Rojane
STENBOL - Hunermend Pinar Aydinlar a li Balafirgeha Atatruka Senbolê hat binçavkirin bi boneya 10 meh cezayê wê teqez bû hat girtin.
Hunermend Pinar Aydinlar ji Elmanya vegeriya Tirkiyeyê û li Balafirgeha Ataturk Stenbolê hat binçavkirin. Pinar di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de namzeta HDP’ê ya Îzmîrê bû û ji ber axaftinên kiribû 10 meh ceza lê hatibû birîn. Hat zanîn ku Pinar ji ber cezayê wê hatiye erêkirin hat binçavkirin.
Dest danîn ser pasaporta Pinarê û birin Dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê. Piştî biryara girtinê ji Pinarê re hat xwendin ew şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.