Li Şirnexê 53 qad hat qedexekirin

  • 16:10 15 Gulan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, 53 herêmên Besta û Çiyayê Cûdî bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” li sîvîlan qedexe kirin. 
 
Walîtiya Şirnexê, 53 herêmên Besta û Çiyayê Cûdî yên Şirnexê bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” ji bo 15 rojan li sivîlan qedexe kirin. Walîtiyê li ser sîteya xwe ya ferî daxuyanî da û qedexeya îlan kirî ji raya giştî re eşkere kir.