Li Kampa Berxwedanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

  • 15:35 15 Gulan 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Bi munesebeta 15'ê Gulanê  Zimanê Kurdî Komîteya KPCD'ê  li Kampa Berxwedanê daxuyanî da.
 
Bi minesebeta 15 Gulanê Cejina Zimanê Kurdî li Kampa Berxwedanê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) ya Kantona Şehbayê bi tevlibûna gelek xwendekaran daxuyanî da û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. 
 
Daxuyanî ji aliyê Mamoste Henîfe Husên ve hat xwendin û wiha gotin: "Em li ser navê tevahî şagirtên Kampa Berxwedana Serdemê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di serî de li mamosteyê mezin Rêber Abdulah Ocalan Şehîd Viyan Amara,Şehîd Ferzad Kemanger û li hemû Şehîdên doza azadiyê pîro dikin. Di dîroka kurdan de her tim êrîşên qirkirin,tunekirin û pişaftinê li ser me hatine kirin û nirxên me rastî êrîşên kirêt hatine. Dijminê kurdan her tim ziman û perwerdeya zimanê kurdî hedef giritne. Ji ber ku ziman nasname,hebûn, nirx û rumeta gelan e zimanê me her bi êrşên serdestan re rûbirû maye."
 
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dagirkirina dewleta tirk û komên girêdayî wê û ev bang hat kirin: "Em bang li tevahî raya giştî dikin ku xwedî li xeyalên zarokan derkevin û raya giştî a navneteweyî zextê li dewleta tirk a dagirker bike destê xwe û çeteyên xwe ji Efrînê bikişîne ji bo ku zarokên kurd li warê xwe û li dibistanên xwe vegerin."  
 
Piştî daxuyaniyê koma zarokên Kampa BerxwedanÊ sitranên şoreşgerî gotin û daxuyanî bi dirûmên "Bijî berxwedana Efrînê" ,"Bê ziman jiyan nabe" hat bidawîkirin.