Bi daxuyaniyan 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

  • 15:06 15 Gulan 2018
  • Rojane
WAN-Bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna  Zimanê Kurdî Egitim-Sen û HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê . 
 
Bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li  Wanê li avahiya HDP'ê ji aliyê  HDP'ê ve daxuyaniyek hat  dayîn  û Cejna Zimanê kurdî hat pîrozkirin. Di heman demî de li Egitîm-Sen'ê ji bi daxuyaniyeke ku hat dayîn Roja Zimanê kurdî hat pîrozkirin. 
 
Daxuyaniya ku li avahiya HDP'ê hat dayîn de rêxistinên HDP û DBP, Dayîkên Aştitiyê û mamosteyên saziya KURDÎ-DER'ê a ku bi KHK'ê hatiye girtin tevlî bûn. Daxuyanî  ji aliyê endamê HDP'ê  Ahmet Gûler ve hat xwendin û bal hat kişnadin ser pişavtin,zext û êrîşên li ser zimanê kurdî. Berdewamiya daxuyaniya HDP'ê wiha ye:"Em 15'ê Gulanê Roja Zimaên Kurdî li hemû dayik, kedkar, karker û gelan pîroz dikîn. Di Rojhilata navîn de di nav zimanan de  yek ji zimanên herî qedîm jî zimanê kurdî ye. Gelan bi saya zimanan hebûna xwe hata roja îroa anîne. Li hemberî  hewledanên polîtikayên pişavtinê gelan her tim bi zimanê xwe li ber xwe dane. Polîtikayên li dijî ziman tunehesibandina zimanan e. Em bi hêvî û baweriya serkeftinê, Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelên Mezopotamyayê pîroz dikîn. "
 
'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî rewa ye'
 
Di heman demî de li Egitim-Sen'ê jî  ji bo pîrozkirina Cejna Zimanê kurdî daxuyanî hate dayin. Daxuyanî ji aliyê  endamê sendîkaya Egitîm-Sen'ê Behcet Erçag ve hat xwendin û wiha hat gotin:" Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafekî rewa ê yê navneteweyî ye. Mirovê ku zimanê xwe ji bîr dike, ji nirxên xwe yên neteweyî jî dûr dikeve. Êş, xem, kêfxweşî û hezkiriyên neteweyekî di zimanê zikmakî de bêtir xwe didin der. Ji ber wê jî, pêşxistin û axaftina bi zimanê zikmakî pir girîng e. Ji bo vê jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji daxwaziyekê bêtir, pêdiviyek e. Heke civakek, neteweyek ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar bê hiştin; wê derfeta neqilkirina çand, ziman û folklora wê civak û wî gelî jî nemîne, hingê hebuna çand û zimanê wî gelî dikeve xetereyê."