Lîsa çalan gotinên zayendperest ên li nexweşxaneyê teşhir kir
- 13:28 15 Gulan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîsa Çalan a ku di encama êrîşa DAÎŞ'ê de du lingên wê hat jêkirin li nexweşxaneyê ji ber ku destava berastengan tunebû ji lingên xwe birîndar bû û hat emeliyatkirin. Lîsayê anî ziman ku dema ku emeliyat bûye xebatkarên nexweşxaneyê gotinên nîjadperest bi kar anîne û got:"Xebatkaran ji min re gotin 'Pereyê me tuneye ji yê xwe bibêje bila 5 hezar TL bidin me em dora destava xwe çê bikin' . "
Lîsa Çalan di mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku li Qada Îstasyonê hatibû lidarxistin di encama êrîşa DAÎŞ'ê de du lingên xwe winda kiribû. Tedawiya Lîsa Çalan didome. Lîsayê li ser hesabê xwe yê îstegramê, anî ziman ku ew ji aliyê xebatkarên Nexweşxaneya İbn-i Sîna ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Enqereyê bi gotinên nîjadperest rû bi rû maye.
Lîsayê gotinên ku di navbera wê û di navbera xebatkarên nexweşxaneyê de derbas bû wiha parve kir:
X:We ev protez çawa kirî?
Ez:Bi saya kampanyayan û sînemager û saziyên Kurdan.
X: Lingên te çawa jê bû?
Ez:Dema ku ez çûm destavê goştên min jê bû. Li vê nexweşxaneya mezin destava li gor berastengan tuneye. Ev tişt mirov xemgîn dike.
X:Pereyê nexweşxaneya me tuneye. Ji yê xwe bibêje bila pereyan bide me jî.
Ez: Ez ji we re behsa astengekê dikim. Di vê rewşê de hûn û em heye ma?
X: Pereyê nexweşxaneya me tuneye. Bila 5 hezar TL bide me em dora destava xwe çê bikin.
Lîsayê derbarê ev gotinên nefretê wiha got:"Nizanim ez ê ji ber ku li derek wek Tirkiyeyê ez berasteng im xemgîn bibim an ji ber gotinên nîjadperest? "