Parêzerên Abdullah Ocalan cara 755’emîn serî li dozgeriyê dan

  • 11:23 15 Gulan 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 755’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Raziye Turgut, bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 755’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve 754 car serlêdana hevdîtinê ya parêzeran bi hincetên weke “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte ya OHAL” hatin redkirin.