'Zimanê dayikê pêşketina hest û ramanên mirovan e'

  • 09:10 15 Gulan 2018
  • Rojane
Hîvîdar Talî
 
MEXMÛR - Endama Qada Perwerdeyê ya Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Zeyneb Cûdî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû dayikan pîroz kir û got:"Mamosteyên ziman ên esas dayikê me ne. Divê em li keda dayikên xwe û zimanê xwe xwedî derkevin."
 
Kovara Hewarê di 15'ê Gulana 1932'an de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hat derxistin. Kurd 15'ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Li her deveran her sal 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî bi coş û kelacanek mezin tê pîrozkirin. Li Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî her sal ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakiyên cur be cur tên lidarxistin. Endama Qada Perwerdeyê ya Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Zeyneb Cûdî derbarê 15'ê Gulanê de da zanîn ku ziman pênaseya jiyana mirovan e û got:"Zimanê dayikê pêşketina hest û ramanên mirovan e. Loma divê me li zimanê xwe xwedî derkevin û nehêlin ku desthilatdar zimanê me tune bikin."
 
'Ziman xweşikiya fikir û hestên mirovan e'
 
Zeynebê di destpêkê de Cejna Zimanê Kurdî li hemû dayikan pîroz kir û got:" Di dîrokê de ziman xweşikî û bedewîya mirovan e. Ziman xweşikiya fikir û hestê  mirovan e. Tişta ku çand û dîroka mirovan zindî dihêle ziman e. Mirov kî ye û çi ye ji ku tê zimanê mirov vê yekê diyar dike. Ziman pênaseya jiyana mirovan e."
 
'Parêzkarê ziman dayik in'
 
Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hebûna ziman û wiha berdewam kir: "Di jiyana mirovatiyê de ziman cihekî gelek girîng digire. Ji bo di despêkê de mirov bixwaze ku mirovekê nas bike, berê zimanê wê nas dike û piştre çanda wê. Ji ber wê jî pênaseya bedewiya mirovan e, ziman. Mirov bi zimanê xwe hemû rengê xwe yê xweşik tîne ser ziman. Ji bo jinekê ziman pir girîng e. Dema mirov li civakê binêre ya ku ziman diparêze jin e, ya xwedî li ziman jî derdikeve dîsa jin e, ya hebûna zimanê xwe jî diparêze dîsa jin e. Di Kurdistanê de ev bi vî awayî ye. Dayikên me hinek jê her çiqas li bajarê Ereb, Faris, Tirkan bijîn jî li ziman, çand û hunera xwe xwedî derdikevin."
 
'Em ê bi ziman û çanda xwe bigihijin serkeftinê'
 
Zeynebê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Mamostayên ziman ên esasî dayikên me ne. Yên ku ziman fêrî zarokan dikin dayik in. Bê ziman jiyan bê reng e. Dema yek dibêje tu çi dizanî dibêje ez bi zimanê xwe dizanim binivîsim. Ji bo wê jî divê em wêjeya zimanê Kurdî pêş bixin. Zimanên din tiştekî demkî ye derbas dibe. Fêrbûna zimanê xwe mirov kûrbûna jiyana xwe fam dike. Tişta ku hestên me yên herî kûr û veşartî nîşan dide zimanê mirov bi xwe ye. Ji ber vê yekê jî divê mirov tu caran dest ji zimanê xwe bernede û li zimanê xwe xwedî derkeve. Ji ber ziman hebûna mirovan e. Em ê bi ziman û çanda xwe bigihêjin serkeftinê."