Berpirsên komkujiyê û hemû kesên wan diparêzin bila bên cezakirin

  • 09:07 15 Gulan 2018
  • Rojane
MANÎSA - Jinan diyar kirin ku divê berpirsên komkujiya Somayê û her kesên wan diparêzin bên cezakirin û pergaleke ku karkeran wek kole dibînin naxwazin.
 
Jinên hatibûn bibîranîna komujiya Somayê daxwaz kirin ku divê cînayetên kar bi dawî bin û gotin ew her sal tevlî bibîranînê dibin û ji bo pêşî li kuştinên kar bê girtin ger di Doza Somayê de cezayên girîng neyên dayîn wê heta DMME’ê biçin. Jinan bi lêv kirin ku her roj kuştinên karkeran tên jiyîn û divê feraseta ku karkeran wek kole dibînin bê guhertin.
 
‘Divê hemû berpirs bên cezakirin’
 
Xwişka Bîlal Malkoç ku şehîdê madenê ye, Ayşenur Kuzu destnîşan kir ku ew dev ji xwedîderketina 301 canî bernadin û wiha pê de çû: “Kujer çiqas ceza zêde bigirin wê evqas em rehet bin. Em pêşketina dadgehê baş nabînin. Ev 4 sale em dizanin em çi dikşînin. Bila rayedarên dewletê xwe bikin şûna me. Zarokên wan jî hene. Ev doz erênî bi encam nebe em ê heta Ewropayê biçin.”
 
Rezzan Ozay jî daxuyakirin ku li Somayê komkujiya kar hatiye jiyîn û ger tedbîrên pêwist bihata girtin wê 301 kes nemiriba û ev tişt daxuyand: “ Girîngiyê didin maden û qezenckirina pere. Ger tedbîr bihata girtin wê ew mirov xilas bûna. Wê ev bûyera bi êş nehatiba jiyîn. Doza Somayê ji bo hiqûq, edeletê girîng e.  Li cihê hiqûq û edelet tunebe jiyana mirovan dikeve xeterê. Karker wek kole dixebitin û sê kuruşan qezenc nakin. Krîza aborî ji xwe heye.”
 
‘Komir veguherî razemeniya hilbijartinê’
 
Hîkmet Îşbîlîr jî anî ziman ku ew 50 saliye û got ew êdî ne ji bo xwe ji bo neviyên xwe cîhanek baş dixwaze û wiha berdewam kir: “Em pêşa vê berdin wê pêşeroja me ji destê me bê girtin. Komira bi vir çewalan belav dikin. Hemû jî razemeniya hilbijartinê ye.
 
‘Her roj karker dimirin’
 
Sultan Yilmaz jî destnîşan kir ku ne tenê li Somayê li her derê karker dimirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber li Somayê 301 kes mir hat dîtin. Ev tenê nûneriye. Her roj karker dimirin. Wek koleyan dibînin. Em ji bo vê bibîr bînin li vir in. Em ne tenê ji bo bûyera Somayê ji bo hemû kuştinên kar ên Tirkiyeyê li vir in.”