Zimanzan Necmiye Alpay: Kurdî zimanê herî xurt ê xwe dide jiyîne
- 09:06 15 Gulan 2018
- Rojane
Şîlan Ozhan
STENBOL - Zimanzan Necmiye Alpay diyar kir ku polîtîkayên dewletê yên derbarê çand û zimanê Kurdî de bê bingeh û şaş in. Necmiyeyê bi lêv kir ku zimanê Kurdî xwedî îradeyek xurt a xwe dide jiyînê ye.
Kovara Hewar a di alî çand, ziman û wêjeya Kurd de wek manîfestoyekê tê qebûlkirin îro ket 86 saliya xwe. Yekem car di 15’ê Gulana 1932’an de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatiye weşandin û heta 15’ê Tebaxa 1943’an bi giştî 57 hejmar derxist. Ji ber Kurdî derbasî latînî bû, 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Zimanzan Necmiye Alpay balkişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û got hemû modelên netew dewletan xwedî zîhniyeta yekparêz e û pêvajoyên avabûna netew dewletan yek zimanî bi xwe re aniye. Necmiyeyê her wiha got feraseta yekparêz a mijara gotinê ye bi sanayîbûn û kapîtalîzmê ve girêdayî ye.
Necmiyeyê destnîşan kir ku her ku ziman hatine pelçiqandin, mêtîngerî û têkiliyên dipelçiqînin jî bi hêz bûne û rewşa li Tirkiyeyê jî ne derveyî vê yekê ye.
Necmiyeyê wiha berdewam kir: "Piştî avabûna komarê şûnde civaka Tirkiyeyê jî li gor modela yek zimanî tevgeryaye. Niha dibêjin yek ziman, yek dewlet. Ev gotina Hîtler bû. Di bin vê de aboriya sanayî, modernbûn û kapîtalîzm heye."
‘Dewlet nikare bi 6 zimanî xizmetê bike’
Necmiyeyê pêkanînên pir zimanî û bi zimanê dayikên perwerde ya şaredariyên DBP’ê ku qeyûm lê hatine tayînkirin jî bibîr xist û wiha pê de çû: “Şaredariya Sûrê mînakeke wiha ye ku bi 6 zimanê xizmet dida. Belê dewlet jî ji tiştên wisa hez nake. Ji ber ew bi 6 zimanê tu car xizmetê naxwazin bikin. Di vî alî de amadekariyên wan tuneye. Polîtîkayek wan a wisa tuneye.”
Necmiyeyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî zimanê Tirkî Kurdî xwedî îradeya herî xurt a xwe dikare bide jiyînê ye û ji ber vê jî ji aliyê dewletê ve bi xeter tê dîtin.
Necmiyeyê her wiha anî ziman ku dema ferhengên mezin yên yekem ên Kurdî derketine bi alîkariya hikûmeta Hollandayê hatiye çapkirin û got: “Gelo çima bi alîkariya wezareta çandê ya vir dernekeve? Wê çiqas sempatî ava bikira. Min wek zimanzanekê wê sempatiyek mezin hîs bikira.”