Ez bi piştevaniya jinan li ser piyan sekinîm
- 09:03 15 Gulan 2018
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Fatma Kurban a di karaseta Somayê de hevjînê xwe winda kir diyar kir ku jinên hevjînê xwe winda kirine wek ‘jinebiyên dewlemend’ tên dîtin û zextên mezin tên avakirin û wiha pê de çû: “Piştî min dest bi xebatê kir şûnde min dît ku jin bêyî piştgiriya mêr dikarin bijîn. Ez naxwazim wek kesek ku hevjînê wê miriye, wek Fatma heb im.”
Di karaseta Somayê ya Manîsayê de 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn û yek ji van jî Niyazî Kurban bû. Hevjîna wî Fatma Kurban diyar kir ku piştî bûyerê şûnde di navbera malbat, derdor û dewletê de maye û got ew bi piştevaniya jinan li ser piyan sekiniye.
Fatmayê bi lêv kir ku ew dev ji Doza Somayê bernade û got ligel têkoşîna hiqûqî li dijî pêşdarazên civakî û malbatê jî têdikoşe. Fatma piştî hevjînê wê dimire, diçe cem malbatê û 7 meh şûnde carek din bi zorê wê dizewicînin. Fatma wiha dibêje: “Ez bi malbatê re pirsgirêk jiyam. Digotin ‘tu jinebî ye loma tu tenê nikare derkeve sûkê. Wê alemê ji me re bibêje çi? " Min 6-7 mehan ev pirsgirêk jiya. Derûniya min xera bû jixwe. Min jî got ez bizewicim wê kes ji min re tiştekî nebêje. Tevî ku min nedixwest jî ez zewicandim. Dema hevjînê min jiyana xwe ji dest da, ez bi zaroka xwe ya 14 mehrî re çûm Balikesîrê.”
Bi piştevaniyê destpêka jiyanek nû
Fatmayê bi lêv kir ku wê di meha 5’an a zewaca xwe de pisgirêk jiyaye û ji ber hevjînê wê kurê wê yê 5 salî nexwestiye du caran çûye cem malbatê û got di cara sêyemîna Somayê de ji Komeleya Mafên Civakî Gulsum Hacioglu nas kiriye û wiha got: “Hevjînê min ê dawî Ergun li zarokê min xist. Min jî got çima ‘tu lê dixî?’ piştî vê yekê, wî li min jî xist. Ez jî li SOHADER’ê geriyam û wan ez parastim.Ez nediçûm cem malbatê jî. Bavê min digot belkî min mêrekî din dîtiye û ez pê re reviyame. Ez ji mêrekî direviyam, ez mêrê din çi bikim? Ez ji bo kurê xwe têdikoşim. Em li wir bimana wê derûniya kurê min xera bibû ya.”
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de got di pêvajoya destberdanê de li mala hevalên xwe maye û bi piştevaniyê li mala ku jê re hatiye avakirin bi cih bûye û dest bi xebatê kiriye. Fatma ku piştî destberdanê ehliyet girt û wesayet kirî wiha got: “Piştî hevjînê min mir, dewletê meaşa jinebiyê da min. Ji bo zarokê min jî meaş tê dayin. Di nasnameya min de jinebî dinivîse. Ez hevok li xweşiya min naçe. Ez dixwazim wek Fatma hebim. Naxwazim bi maeşa hevjînê xwe yê miriye bêm zanîn. Piştî min dest bi xebatê kir şûnde min dît ku jin bêyî piştgiriya mêr jî dikarin bijîn.”