ROJEVA 15'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 15 Gulan 2018
- Rojev
*Kovara Hawara ku ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ve di 15'ê Gulana 1932'an de dest bi weşana xwe kir, ji aliyê gelê kurd ve wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Ev roj ji bo gelê kurd gelek girîng e. Di 15'ê Gulanê de gelê kurd hem derbasî alfebeya latînî bûn û hem jî yekemîn gramera kurdî hat avakirin. Tabî ev yek aliyek vê rojê ye, ya rast kurd bi taybetî vê rojê li dijî her cureyên asîmîlasyonê roja têkoşînê dibînin û li gorî vê yekê vê rojê pîroz dikin. JI PÊNÛSA JINAN
*Di encama êrîşên dewleta tirk û OSO'yê de gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn û li wir berxwedana xwe didomînin. Zarokên Efrînê yên li Kantona Şehbayê tevî hemû zehmetiyan li zimanê Kurdî xwedî derdikevin û perwerdeyê dibînin.
*Fatma Kurdan a di karaseta Somayê de hevjînê xwe winda kir diyar kir ku jinên hevjînê xwe winda kirine wek ‘jinebiyên dewlemend’ tên dîtin û zextên mezin tên avakirin û wiha pê de çû: “Piştî min dest bi xebatê kir şûnde min dît ku jin bêyî piştgiriya mêr dikarin bijîn. Ez naxwazim wek kesek ku hevjînê wê miriye, wek Fatma heb im.” BI DÎMEN
*Akademîsyen Necla Kurul ku hatiye îxrackirin diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de peywirek girîng li dijî benda patrîarkal, dikeve ser milê jinan û wiha got: “Tirkiye an wê ji aliyê mêran ve bê birêvebirin an jî wê hem bi awayekî wekhev ji aliyê jin û mêran ve bê bi rêvebirin. Ev demek dirêje li Tirkiyeyê gelek kes mirin. Ne hewceye efendiyekî vî welatî hebe.” BI DÎMEN
*Zimanzan Necmiye Alpay diyar kir ku polîtîkayên dewletê yên derbarê çand û zimanê Kurdî de bê bingeh û şaş in. Necmiyeyê bi lêv kir ku zimanê Kurdî xwedî îradeyek xurt a xwe dide jiyînê ye.
*Jinan diyar kirin ku divê berpirsên komkujiya Somayê û her kesên wan diparêzin bên cezakirin û pergaleke ku karkeran wek kole dibînin naxwazin. BI DÎMEN
*Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê Hezîranê re ji bo bernamzetiya HDP'ê 101 kesî li Wanê serlêdan kir. Herî zêde jî jinan eleqe da vê bernamzetiyê. Di nava kesên ku ji bo bernamzetiyê serlêdan kirin ji her rengek û dengekî jin, ciwan û kedkar hene. BI DÎMEN
*Lîstikvan Rugeş Kirici derbarê mihrîcana ku li dar xistine de pirsên me bersivand. Rugeşê diyar kir ku di tevahiya dîrokê de, di bin şert û mercên giran de kurd xwedî çand û hûnera xwe derketine. BI DÎMEN
*Endama Qada Perwerdeyê ya Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Zeyneb Cûdî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû dayikan pîroz kir û got:"Mamosteyên ziman ên esas dayikê me ne. Divê em li keda dayikên xwe û zimanê xwe xwedî derkevin."
*Bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Hevseroka MED -DER'ê Mîne Karakaş diyar kir ku li dijî zimanê kurdî zext û zordestî gelek zêde bûne. Elîf Gemîcîoglu a ku li Wanê mamosteya zimanê kurdî ye jî diyar ku li Bakurê Kurdîstanê pişavtina li ser zimanê kurdî berdewam dike û li dijî pişaftinê divê kurd bi zimanê xwe biaxivin û zarokên xwe hînî zimanê xwe bikin. BI DÎMEN