Li Amedê Roja Dayikan hat pîrozkirin

  • 13:05 14 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Bi pêşengtiya TJA û HDP'ê li Diclekenta Amedê bi munasebeta Roja Dayikan taştê ji jinan re hat amadekirin. 
 
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diclekenta navçeya Kayapinarê ya Amedê bi munasebeta Roja Dayikan taştê ji jinan re hat amadekirin. Dayikên berxwedêran, Rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP-DBP'ê û Dayikên Aştiyê beşdarî taştê bûn. Piştî taştê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Rabia Kiran li ser navê jinan dayuyaniya çapemeniyê da. Rabiayê diyar kir ku ew tevî dayikan hatine ba hevdu û êşên xwe parve kirine. 
 
'Ji ber dayik aştiyê dixwazin tên qetilkirin'
 
Rabiayê da zanîn ku ji bo hesirên dayikên din jî neyê xwarê ew têdikoşin û got:"Cesedê Dayika Taybet bi rojan li kuçeyê ma. Dayika Fatma ji bo zarokên wê tenê nemîne li Sûrê jiyana xwe ji dest da. Ji bo dayik negirîn em derdikevin kuçeyan lê cezayan li me dibarînin, me diavêjin zindanan û me qetil dikin. Ger li vî welatî demokrasî hebûya dê niha Dayika Sîsê ne di girtîgehê de ba."
 
'Dê gelê Kurd bi ser bikeve'
 
Rabîayê bi lêv kir ku vî şerî tenê dayik dikarin bidin rawestandin û wiha dewam kir:"Em êşa hemû dayikan parve dikin. 2 sal in ku rewşa awarte (OHAL) heye û em nikarin gavê biavêjin. Di pêvajoyek wiha dijwar de hilbijartina pêşwext kirin rojevê. Ger lîstikek tunebûya dê biryarek wiha nehata girtin. Çi dibe bila bibe dê dayik bi ser bikevin, dê serkeftin a gelê Kurd be."
 
Daxuyanî bi pîrozkirina roja dayikan bi dawî bû.