Hogir ne yê ewil û ne jî yê dawî ye

  • 09:15 14 Gulan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî qedexeyên derketina derve şûnde ji ber teqemniyên li taxan hatine hiştin û ên di nav kavilan de di du salên dawî de 5 jê zarok 6 kesî jiyana xwe ji dest da. Lêpirsînên piştî mirinê hatin vekirin jî pêş neketine. 
 
Li Nisêbînê piştî qedexeyên derketina derve ji ber teqemeniyên li taxên qedexe û qadên kavil lêne  5 jê zarok 6 kesî jiyana xwe ji dest da. Li navçeyê herî dawî Hogir Kayran yê 11 salî dema pezê xwe diçêrand  ji kavilê li herêma Sanayiyê alavek dît, pê lîst û di encama teqîna alavê de jiyana xwe dest da.
 
Hogir ne zarokê yekem e!
 
Kavilên ji taxên Dîcle, Firat, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê hatin derxistin li taxa Dîcle dihat valakirin. Piştre kavil li Herêma Sanayiyê rijandin. Hogir li vê herêmê pezê xwe diçêrand û di encama teqîna alava ku dît de bi giranî birîndar bû. Hogir li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Tevî ku beriya bûyerê bi dehan carî gilî hat kirin jî tiştek nehat kirin û bi vê re Hogir ne bû zarokê yekem û ne jî yê dawî ku jiyana xwe dest dide.
 
Di mehên borî de sê zarokên din jî birîndar bûn
 
Di meha mijdara borî de sê zarokên temenê wan di navbera 12-13’yî de di encama alavên ji kavila taxa Dîcleyê dîtibûn û teqiyabû birîndar bûn. Piştî teqînê zarok heman rojê ji nexweşxanê hatibûn derxistin û lêpirsîna hatibû destpêkirin jî qet pêş neket.
 
Ji du birayan yekî jiyana xwe ji dest da
 
Di teqîna di sala 2016’an de li kolana Şaîr Şînasî ya taxa Zeynel Abîdîn  pêk hat de du birayên temenê wan di navbera 8 û 10’an de bi giranî birîdar bûn û yekî li Nexwexana Nisêbînê jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîn hat destpêkirin lê tu lêkolîna li cihê bûyerê nehat kirin.
 
Bombe di destê wan de teqya
 
Di 31’ê Adara 2017’an de zarokên bi navê Havîn Guneş (3) û Fatîh Guneş (5) li baxçeyên mala xwe ya taxa Abdulkadîr Paşa alavek dîtin û piştî teqîna alavê her duyan jî jiyana xwe ji dest dan. Malbatê serlêdana sûc kir, lêpirsîn hat destpêkirin lê hîna wek xwe ye.
 
Ji bo berhevkirina xurde çû carek din nehatin malê
 
Di 2016’and e Heyhat Mujde û keça xwe Saadet Mujde ku xwestin biçin taxên qedexekirî, dema deriyê mala xwe vekirin bombe teqiya û jiyana xwe ji dest dan. Di cotmeha 2016’an de jî Hamît Çevîk yê 23 salî û Kadrî Barak yê 14 salî di kavilên li Sanayî Sîtesî ya Biçû hatibû rokirin de xurde kom dikirin, ji ber teqînek sedema wê nayê zanîn jiyana xwe ji dest dabûn.
 
‘Ger hatibe paqijkirin çima evqas mirov dimrin?’
 
Dîsa di 18’ê cotmeha 2016’an de  di teqîna li Sîteya Sanayiyê ya taxa Dîcle  Kadî Barak yê 14 salî bi giranî birîndar û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Dayika Kadîr, Fehîme Barak got kurê wê ne ji bo xurde, ji bo alavên mala me yên mayî bigire çibû wir û wiha got: “Dibêjin me bombe paqij kirine. gelo evqas mirov çawa dimrin?”