Mêrê jinan tacîz û tehdîd dike di nav me de ye!
- 09:11 14 Gulan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Jina bi navê S.S ku salek ji aliyê mêrê bi navê Sînan A. ve rastî tacîza zayendî û zextan tê tevî gilî dike û doz vekiriye jî tu encam negirtiye. S.S banga piştevaniyê li saziyên jinan kir û got divê gumanbar bê dîtin û girtin.
Xwendekarê Zanîngeha Înonu ya Meletiyê Sînan A. di 2017’an de jina bi navê S.S. nas kir û hevaltî pê re danî û her tim tacîza zayendî ya sîstematîk lê kir. S.S. diyar kir ku wê Sînan li zanîngehê nas kiriye û xwestiye hevaltiya xwe biqedîne lê rastî tehdîdan hatiye. S.S. bi lêv kir ku her tim bi telefonê lê digere û wê tacîz dike û wêneyên berê bi hev re kişandine di çapemeniya civakî de parve dike û ji hemû kesên malbatê re şandiye.
Tevî doz hatiye vekirin û biryara parastinê hîna li derve ye
S.S. wiha got: “Piştî wêne parve kir hemû agahiya malbatê pê çêbû. Me li dozgeriyê gilî kir. Lê tehdîd û parvekirina wêneyan berdewa kir. Li ser navê xwişka min, li ser navê jinên din yên malbatê hesabên sexte vekir û wêne parve kir. Metên min nizanin çapemeniya civakî bikar bînin. Li ser navê wan jî vekiriye û daxwaza hevaltiyê ji xizmên min re dişîne. Piştî gilîkirinê du caran îfadeya wî hat girtin û doz hat vekirin. Lê nehat girtin. Hîna jî me tacîz û tehdîd dike.
Piştî ez bi mirinê tehdîd kirim min biryara parastinê da girtin. Lê tevî vê biryarê tehdîd û tacîza zayendî didome. Me xwe gîhand malbata vî kesî. Wan jî got ‘bila keça we dernekve derve wê kurê me wê bikuje. Tiştek ji destê me nayê. Em nikarin tiştekî bikin.’ Ji dayika min re telefon kiriye û gotiye ‘keça te rojekê bizewice ezê wê bikujim’. Jinek jin jî bi heman tacîz û tehdîsan tirsaniye. Ez bi jinê re hatim cem hev û got heman tişt li min jî kiriye. Ez banga piştevaniyê li hemû saziyên jinan, aktîvîstên mafên jinan dikim ku bi min re bikevin piştevaniyê.”