ROJEVA 14'Ê GULANA 2018'AN

  • 09:00 14 Gulan 2018
  • Rojev
*Li gundê Dêrgana navçeya Lîceya Amedê di sala 2012’an de xizmên Alî Tekdag bi ser mala wî de girtin û Alî Tekdag kuştin. Dayika Alî Tekdag Fikriye Tegdag diyar kir ku ew li benda cezakirina kujerên lawê xwe ye. BI DÎMEN
 
*Bêrîvan Bulut a ku li Zanîngeha Selaheddînê beşa arkeolojiyê dixwîne û di heman demê de wênsaz e cara 3'emîn e ku pêşangeha wêneyan vedike. Pêşangeha Berîvanê ya  3'emîn ku li Hewlêrê bi navê Hêvî di 9'ê gulanê de vekiriye û wê het 17'ê gulanê ji serdanê re vekirî bimîne rastî eleqyeke mezin tê. DÎMEN HEYE 
 
*Derhêner Meryem Yavuz diyar kir ku jin di sînemayê de tên astengkirin û wiha got: “Em hunermendên jin li dijî kesên dibêjin nikarin  bikin, wê bi fîlmên xwe nîşanî wan bidin. Wê mêr agirê hunerê yê di dilê me de netemirînin.BI DÎMEN
 
*Jinên li dijî tifaqên wan tune dihesibînin hilbijartinên 24’ê Hezîranê rêxistin dikin wiha dibêjin: “Ev hilbijartin hilbijartina hebûn û tunebûnê ye. Hilbijartina hebûnê ye. Di vî warî de bi taybet barekî giran dikeve ser milê jin û ciwanan.” BI DÎMEN
 
*Jinan diyar kirin ku wê di 24’ê Hezîranê de bibin bersiva li dijî rejîma yek mêrî û wiha pê de çûn: “Ji bo em tifaqa AKP û MHP’ê têk bibin divê em di 24’ê Hezîranê de bibin yek. Di vê pêvajoya ku krîza aborî derketiye asta jor de, hilbijartina pêşwext  jî bo ser rastiyan bigirin pêk tînin.” BI DÎMEN 
 
*Di mehên borî de ji ber kêmasiyên alavên teknîkî Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê hatibû rojevê û niha jî nexweşxane bi pirgirêka ewlehiyê ku lê tê jiyîn di rojevê de ye.
 
*Jina bi navê S.S ku salek ji aliyê mêrê bi navê Sînan A. ve rastî tacîza zayendî û zextan tê tevî gilî dike û doz vekiriye jî tu encam negirtiye.  S.S banga piştevaniyê li saziyên jinan kir û got divê gumanbar bê dîtin û girtin.
 
Jinên di çarçoveya hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji bo HDP’ê xebatan dimeşînin ji bo pirsa ‘çima HDP’ bersiva ‘Ji bo aştî, demokrasiyê ji bo jin û zarok neyên qetilkirin HDP dan. BI DÎMEN
 
*Li Nisêbînê piştî qedexeyên derketina derve şûnde ji ber teqemniyên li taxan hatine hiştin û ên di nav kavilan de di du salên dawî de 5 jê zarokokan jiyana xwe ji dest da. Lêpirsînên piştî mirinê hatin vekirin jî pêş neketine. BI DÎMEN