Li Wanê li ser zimanê kurdî panel hat lidarxistin!
- 18:24 13 Gulan 2018
- Rojane
WAN-Di çarçevoya 15 Gulan`ê Cjna Zimanê Kurdî de li Wanê panel hat lidarixistin
Di çarçevoya 15 Gulan`ê Cejna Zimanê Kurdî de li EGİTİM-SEN`a Wanê panela zimanê kurdî hat lidarxistin. Panelîst Nivîskar Qahir Bateyî û felsefevanê zimanê kurdî Îkram Îşler û wekî moderator jî Elîf Gemîcîoglu beşdarî panelê bûn. Dayîkên Aşitiyê,rêxistinên HDP,DBP jî tevlî panelê bûn.
'Li dijî êrşşan têkoşîn zêde bû'
Di destpêka panelê de Elîf Gemîcîoglu axivî. Elîfê bal kişand ser zext û êrîşên li ser zimanê kurdî û got ku her çiqas OHAL hebe jî ew ê dev ji têkoşîna ziman bernedin û wiha axivi;“Zimanê kurdî xwedî dîrokeke têkoşer e. Li hemberî polîtikayên pişavtinê hewldanek mezin hatiye dayîn. Êrîş çiqas zêde bûne, têkoşîn jî ewqas zêde bû ye. Li bakurê Kurdistanê li ser zimanê kurdî êrîş û qedexe berdewam dikin. Li hemberî pişavtinê divê em tebikoşin û li her qada jiyanê em li ber xwe bidîn. ”
'Gelê Kurd bi zimanê kurdî şaristanî ava kiriye'
Piştî Elîfê nîvîskar Qahir Bateyî axivi Qahir jî bal kişand ser çand û ziman û wiha axivi; "Di çanda şaristaniya mirovahiyê de em serbilind în. Ziman berdevkê çandê ye. Me bi zimanê xwe şaristanî ava kiriye. Destpêkê em nenezn nîşan dane. Wan qereqolên xwe li ser zimanê me ava kirîne. Ziman bingeha hebûna gelan e. Gelê ku xwedî li zimanê xwe dernekeve mehkumî serdestiyê ye. Em xwedî zimanekî dewlemendin. Çima em xwedî li zimanê xwe dernakevîn? Ger ku em pêşiya pişavtinê negirîn em ê bi talukeyeke mezin re rû bi rû bimînîn. ”
'Bingeha Ziman û çandan ji Mezopotamyayê dest pê dike'
Pişt re Felsefevanê zimanê kurdî Îkram Îşler axivi Îkram jî bal kişand ser felsefeya zimanê kurdî û wiha got ;“ Bingeha zimanan û çandan ji Mezopotamyayê dest pê dike. Tovê çanda zagrosan li Mezopotamyayê ye. Kesên ku welatê me dagir kirin bi derûniya me lîstin. Em bi zorê misliman kirin. Ji Amedê heta bi Rihayê kurd qetil kirin. Zimanê kurdan bi meqesê jê kirin. Xwestin bi pişavtinê kurdan biqedînin. "
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.