Li Amedê baranê jin ranewestandin: Kolan bi kolan qurnefîl belav kirin

  • 16:43 13 Gulan 2018
  • Rojane
AMED -  Meclisa Jinan a HDP'ê û TJA'yê li gel barana ku bariya navçe bi navçeyên amedê geriyan û bi minasebata Roja Dayikan qurnefîl belav kirin, ji bo roja dayikan polîsan destûr neda dirûşma "Roja dayikan pîroz be" û asteng kirin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê bi minasebeta Roja Dayikan li 4 nevçeyên navenda Amdê li gel barana zêde qurnefîl li dayikan belav kirin. Di belavkirina qurnefîlan a ku li navçeya Sûr, Baglar, Peyas û Yenîşehirê hat kirin Hevserokên Navçeyan, DBP û Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan.
 
Jinên ku li taxa Îplîkê ya Yenîşehîrê li Bazara Gel kom bûn û bi kurdî dirûşma "Bijî roja dayikan berz kirin" ji aliyê polîsn ve hatin astengkirin.
 
Jinên ku kolan bi kolan geriyan û qurnefîl belav kirin ji aliyê gel ve rastî elqeyeke mezin hatin.