Ji HDP'ê û TJA'yê çalakiya Roja Dayikan

  • 15:26 13 Gulan 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇYAN -  Di çalakiyên ku ji aliyê TJA û HDP'ê de di çarçoveya Roja Dayikan hatin kirin de li dayikan melesên spî û qurnefîl hatin belavkirin.
 
Ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bi minasebeta Roja Dayikan li gelek bajaran çalakî hatin lidarixistin.
 
Wan
 
Li Wanê bi minasebata  Roja Dayikan TJA û HDP`ê li DBP`ê bi tevlîbûna Dayikên Aşitiyê û gelek dayikên din  Roja Dayikan hate pîrozkirin. 
 
Di destpêka pîrozbahiyê de li ser navê meclîsa Dayikên Aşitiyê Cahîde Olmez axivi Cahîdeyê destpêkê Roja Dayikan li hemû dayikên cîhanê pîroz kir û got ku divê herî zêde dayik ji bo aşitiyê tebikoşin.
 
Piştî Cahideyê Hevseroka DBP a Wanê Aynur Tarhan axivi Aynurê bal kişand ser keda dayika û wiha axivi;“Em di rojê zehmet re derbas dibîn. Li hemberî zehmetiyan Dayikên me her tim bûne çareserî. Têkoşîn û daxwaziya her dayikekî bêgûman aşitî ye. Ji bo pêşerojên aştiyane dayikên me her tim amade ne. Di nav salekm de roja herî pîroz îro ye. Em vê rojê li hemû dayikên xwe pîroz dikîn.
 
Piştî axiftinan ji dayikan re xwarin û meles hatin belav kirin. 
 
Sêrt
 
Meclisa Jinan a Sêrtê ya HDP'ê bi minasebata Roja Dayikan bi Meclisa Dayikên Aştiyê taştê da û bi endamên meclisê re civîya. Heyeta ku parlamentera HDP'ê bedîa Ozgokçe jî di nav de ci girt beriya taştê li dayikan qurnefîl û meles belav kirin û roja dayika pîroz kirin.
 
Bedîa Ozgokçe Ertan a ku ji dayikan re axivî wiha got: "Li gel bedelên giran ku we dane jî hun bûn parêstvanên aştiyê. Bi hêza ku em ji we digirin em ê di 24'ê Hezîranê de bi ser kevin."
 
Kocaelî
 
Linavçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê jî bi tevlibûna parlmenter a HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat bi dayikan re hevdîtin hat kriin. Di hevdîtina ku li avahiya HDP'ê ya navçeyê hat kirin de li dayikan qurnefîl ahtin belavkirin.